Wê xelkê Elkê sibehê li dora agir govenda Newrozê bigerîne 2022-03-14 15:33:06     ŞIRNEX - Li navçeya Elkê xebatên Newrozê tevî hemû şert û mercên hewayê ya dijwar didomin.   Starta Newrozê wê îsal bi dirûşma ”Dem dema serkeftinê ye” sibehê bi beşdariya Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay û parlementerên HDP’ê li navçeya Elkê ya Şirnexê ku li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye bê dayin. Gel daxwaza pîrozbahiya Newrozê kir.   Endamên rêxistina HDP’ê tevî  hemû şert û mercên hewayê yên xerab ji duh ve xebatên xwe didomînin. Rêxistina HDP’ê ya navçeyê li gundên Melesê, Gelejêr, Çeman, Berman û Setkarê gel vexwend pîrozbahiya ku wê sibehê saet 12:00’an a li qada Newrozê kir.   Şandeya ku ji KCD’ê, DBP’ê, HDP’ê û HDK’ê pêk tê wê ji aliyê xelkê Elkê bi girseyî bê pêşwazîkirin.