Li gelek navendan banga tevlibûna Newrozê 2022-03-14 15:19:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Colemêrg, Merdîn, Êlih û Dersimê  di pêşengiya TJA û HDP'ê  de banga tevlibûna Newrozê hat kirin.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê, bi minasebeta nêzbûna Cejna Newrozê re bi daxuyaniyekê starta pîrozbahiya Newrozê da. Di daxuyaniya ku li ber avahiya HDP'ê hat dayîn de, parlamenterê Colemêrgê Saît Dede, Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Humeyra Armut, nûnerên ÎHD'ê û gelek kesên din tevli bûn. Daxuyanî ji aliyê Kadîr Şahîn ve hat xwendin.   'Newroz roja berxwedna û vejînê ye'   Kadîr got ku Newroz serhildana li dijî zaliman e û berdewam kir, "Newroz ser hildana û ji bo Gelê kurd hebûne û peyama em ê her hebin e."   Kadîr got ku ew ê ji bo Newroza dê di 20 Adarê saet di navbera 10.00-16.00'an de li dar bixin serlêdanê bikin.    Dêrsim   Newroza îsal a Dêrsimê dê di 19’ê Adarê roja şemiyê de li Qada Seyîd Riza bê pîrozkirin. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê têkildarî mijarê li avahiya Konfederasyona Sendîqayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê bi ruhê Newrozê faşîzmê têk bibin, Newroz pîroz be” hatibû vekirin. Di daxuyaniyê de li gel pêkhateyên platformê, her wiha parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dêrsimê Alîcan Onlu jî amade bû.    Ji rêveberên Rêxistina HDP’a Dêrsimê Ozcan Ateş da zanîn ku dê Newroza 2022’yan bi ruhê “serkeftina bi hev re” pîroz bikin û banga tevlibûnê kir. Ateş, piştre jî derheqê bernameyê de çend agahî dan û wiha bi dawî kir: “Dê parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, parlamenterê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu, Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz û Serokê Şaredariya Dêrsimê Mehmet Fatîh Maçoglu jî beşdarî pîrozbahiyê bibin. Li gel hunermendên herêmî, di heman demê de hunermend Alî Baran û Derya Cengîz jî dê di Newroza Dêrsimê de derkevin ser dikê.”   Mêrdîn   Komîteya Amadekar a Newroza Mêrdînê têkildarî pîrozbahiya Newroza îsal, li avahiya HDP’ê ya bajêr daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Newroza 2022’yan” hatibû daliqandin. Di daxuyaniyê de li ser navê komîteyê, aktîvîsta TJA’yê Eylem Amak axivî û da zanîn ku Newroz, sembola xwenûkirinê û vejînê ye.   Amak, diyar kir ku dê Newroza 2022’yan bi ruhê berxwedan û têkoşînê pîroz bikin û bang li hemû kesî kir ku tev li pîrozbahiya Newroza Mêrdînê bibin. Komîteyê da zanîn ku dê di 19’ê Adarê de li Kerboran û Artûklûyê, di 20’ê Adarê de li Qoser, Dêrik û Stewrê û di 21’ê Adarê de jî Newroz li Nisêbînê Newroz bê pîrozkirin.   Êlih    Komîteya Amadekar a Newroza Êlihê têkildarî pîrozbahiya Newrozê ya dê roja yekşemê di 20’ê adarê de li Qada Newrozê ya li taxa Pazaryerî were pîrozkirin, daxuyanî da. Daxuyanî li Sendîkaya Petrol Îşê pêk hat. Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz ên qeyûm tayînî şûna wan hat kirin û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserokê HDP’a Êlihê Huseyîn Sarik diyar kir ku Newroz ji berxwedana kurdan re bûye ronî û ev ruh her ku diçe mezintir dibe.    Piştî axaftinan li baxçeyê avahiya sendîkayê agirê Newrozê hat vêxistin, li derdora agir govend hat gerandin û dirûşma “Bijî Newroz” hat berzkirin.