TJA'yê li Îzmîrê starta Newrozê da 2022-03-14 14:09:56       ÎZMÎR - TJA'yê li Îzmrîê bi dirûşma "Dem dema serkefitnê ye" starta Nexwrozê da û got ku ew li dijî êrîşên AKP -MHP'ê yên li hemberî tevgera azadiya jinê banga yekitiyê li her kesî dikin û xwest ku her kes bi ruhê 8'ê Adarê tevli pîrozbahiya Newrozê bibe.   Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo ku strarta pîrozbahiya Newrozê bide li nûnertiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Herêma Egeyê civîna çapemeniyê pêkanî. Li eywana ku civîn lê pêk hat parnkarta bi dirûşma "Dem dema azadiyê ye" hat daliqandin. Li ser navê  girseyê daxuyanî ji aliyê Nîlay Gulser ve hat xwendin.   Nîlay diyar kir ku Newroz di hişê kurdan de wekî roja serhildanê ya li hemberî zilmê ku bi raperînê bi encam bûye cih digire û wiha berdewam kir, "Kurd bûne Newroz, Newroz jî bûye gel. Bi vê bîr û baweriyê li ser vê erdnîgariya ku bîhna xwîn û barudê jê tê em Newrozeke nû pêşwazî dikin."   'Tecrîdê bi dawî bikin'   Nîlay ji bo ku tecrîd bê bidawîkirin û di serî de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hemû girtiyên nexweş bên berdan bang li hikûmetê kir û wiha got, "Zimanê dayikê daxwaza sereke ya kurdan hemûyan e û xata me a sor e. Em parastina ku bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdê dikin û ji bo vê em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin. 'Dem dema yekitiya neteweyî ye' û em ê hemû destkeftiyên xwe biparêzin."   Daxuyanî bi banga ku bila hemû jin bi ruhê 8'ê Adarê tevli pîrozbahiya Newerozê bibin bi dawî bû.    Jinan herî dawî dirûşmên "Dem dema serkeftinê ye, dem dema azadiyê ye û Newroz pîroz be" berz kirin.   Mîtînga pîrozbahiya Newrozê wê di 20'ê Adarê roja Yekşemê li Qda Gundogdu ya Îzmîrê saet di 13.00'an de bê lidarxistin.