Malbata Şenyaşar: Em mafdar in û doza me bû dozeke civakî 2022-03-14 12:55:40     RIHA - Çalakiya Emîne û Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê didome. Ferit Şenyaşar di nobedê de bal kişand ser bêedaletiyê û wiha got:"Em mafdar in û doza me bû dozeke civakî."   Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsê kir. Di êrişê de hevjînê dayika Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatin qetilkirin. Kurê wê Ferît Şenyaşar jî ji komkujiyê bi birîndarî xelas bû. Ji bo girtin û darizandina kujeran û berdana Fadil Şenyaşar, Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 371’an de berdewam kir. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nekarî tev li nobetê bibe. Lê Ferît Şenyaşar hat ber deriyê Edliyeyê û ev pankart vekir: “Hevjîn û du kurên min li nexweşxaneyê hatin qetilkirin lê tenê kesek jî nehate girtin. Li ser fermana serdestan, ev 4 sal in kurê min di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Dixwazim kurê min di demek herî kin de bê berdan.”    'Em mafdar in û doza me bû dozeke civakî'   Di çalakiyê de Ferît pêşnûmeya pirtûkeke ku serpêhatiya malbatê vedibêje û tê payîn dê di demek kin de were çapkirin, xwend. Welatiyên ji edliyeyê derketîn jî çûn serdana nobetê. Ferît piştre jî qala nobedê kir û wiha got: “Ev bû 371 roj ku em bi daxwaza edaletê li vê derê ne. Bi wesîleya yekemîn salvegera nobedê, gelek parastvanên mafên mirovan û rêxistinên hiqûqê hatin serdana me û piştgirî dan. Piştre jî serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TTB) Erînç Sagkan hate serdana me. Soz da me ku dê di hêla hiqûqî de alîkar bibin. Piştî hevdîtina me jî xwest bi serdozger re hevdîtinê bike û derheqê dozê de biaxive. Lê serdozger dîsa ji bo xwe hincetek dîtibû û reviya. Sagkan, 7 saetan li benda serdozger ma. Ji ber ku serdozger ev yek dizanî, wê rojê nehate edliyeyê. Em mafdar in û doza me bû dozeke civakî. Bi milyonan kes dişopîne. Ji ber neçareserkirina vê bûyerê, yek parlamenterê AKP’î rû di xwe de nabîne ku biçe nava gelê Rihayê. Daxwaza me ew e ku di demek herî kin de dawiyek li vê bêedaletî û bêhiqûqiyê bê anîn.”    'Serdozger jî dibin hevkarên vê komkujiyê'   Bi domdarî Ferît da zanîn ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujiyek hate kirin û wiha bi dawî kir: “Kesên ku ev komkujî kirin dê rojekê bên darizandin. Serdozgerê ku biryara nepeniyê ya li ser dozê didomîne jî dê bi kesên ev komkujî pêk anîn re bê darizandin. Ew, sûc dikin. Ew jî dibin hevkarên vê komkujiyê.”