Ji Komîteya Amdekar a Wanê ji bo tevlibûna Newerozê bang 2022-03-13 14:42:40     WAN - Komîteya Amdekar a Newrozê ya Wanê bernameya xwe ya pîrozbahiya Newroza ku wê di 20'ê Adarê de li dora Keleha Wanê pîroz bike aşkera kir.   Komîteya Amadekar a Wanê li ser bernameya Newrozê ya ku wê di 20'ê Adarê de li derûdora Keleha Wanê bi dirûşma "Dema serkeftinê ye" bê pîrozkirin, civîna çapemeniyê li dar xist. Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Tevgera Jinên Azad (TJA) Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Partiya Gel û Azadiyan (PIA) Şaxên Platforma Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ên Wanê, Komeleya Jinan a Star,  Koleya Parêzerên Azadîxwaz (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û gelek nûnerên saziyên sivîl tevli bûn.   Piştî ku kliba strana Newroza 2022'an hat temaşekirin, Hevberdevka Komîteya Amadekar Parêzer Mehtap Işik axivî û diyar kir ku mîtînga Newrozê wê li Parka Kelehê bê lidarxistin û hemû şêniyên Wanê di 20'ê Adarê de vexwendin qada Newrozê.   'Aştî û wekhevî'   Piştre Hevserokê Komîteya Amadekar Ahmet Guler axivî û diyar kir ku di çarçoveya mîtînga Newrozê de li bajar û navçeyên wê pîrozbahiyna destpê kirine. Ahmet xwest ku Newroza 2022'an bibe wesîleya aştî û wekheviyê.   'Wî serketina xwe bi dest xist'   Hevserokê HDP'a Bajarê Wanê Fîkret Dogan jî bal kişand ser girîngiya dîrokî ya Newrozê û got, “Tevî hemû zextan gelê Wanê bi tevlîbûna sed hezaran kesî  hersal Newroz  pîroz kir. Weke berê îro jî li gel her cure zextan dê Newerozê pîroz bike.”   Li aliyê din Hevserokê DBP'ê yê Bajarê Wanê Çetîn Uyar, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û xwest di Newroza 2022'an de azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk were.   Bername bi govendê bi dawî bû.