Ji siyasetmedarên Şirnexê banga serbestberdana Aysel Tugluk 2022-03-13 09:01:13     Rojda Aydin    ŞIRNEX - Siyasetmedarên jin têkildarî tendûristiya siyasetmedar Aysel Tûglûk de axivîn û banga serbestberdana wê kirin. Bêrîvan Kutlu, diyar kir ku mekanîzmayên hiqûqa navneteweyî pêwîste ji bo Ayselê gavek bavêje. Guler Tunç jî da zanîn ku biryara ATK’ê jî siyasî ye.   Di girtîgehên herêmê û Tirkiyê de rewşa girtiyên nexweş her ku diçe giran dibe. Aysel Tugluk jî yek ji wan girtiyên nexweş e. Tevî teşhîsa nexweşiya demansê hatiye danîn jî Saziya Tipa Edlî (ATK) derbarê wê de rapora "Dikare di girtîgehê de bimîne" da. Rewşa Ayselê roj bi roj giran dibe. Biryara ATK’ê ji hêla jinan ve hat şermezar kirin û jinan daxwaza berdana wê kirin.    Hevşaredara Cizîra Şirnexê ya ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin Bêrîvan Kutlu û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) yê Guler Tunç jî der barê Aysel Tûglûk de axivîn û banga berdana wê kirin.   ‘Dixwazin me zindî zindî bikujin’   Bêrîvan, destnîşan kir ku rewşa Aysel Tûglûk wan gelek diêşîne û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Kesekî di wê rewşê de kî dibe bila bibe mirov nikare raporê bide û bibêje ‘dikare di girtîgehê de bimîne.’ Nêzîkatiya li hember jin û siyasetmedarên kurd asta hovîtiyê nîşandan. Em vî hovîtiyê şermezar dikin. Bi mehan parêzer û bişîjk ji bo rewşa Aysel Tûglûk banga ‘kesekî di vê rewşê de nikare di girtîgehê de bimîne’ dikin. Kesekî normal jî ji ber şert û mercên girtîgehê nikare di girtîgehê de bimîne. Aysel hem di aliyê fîzîkî û hem jî aliyê derûnî de ji rewşa heyî bi bandor dibe. Helwesta li hemberî Ayselê nayê qebûlkirin. Desthilatdariya îro dixwaze di her qadê de jina kurd û siyasetmedarên kurd bikujin. Lê diyare ku desthilatdar û siyaseta Tirkiyê çiqasî ji mirovahiyê dûr maye.”   ‘Mekanîzmayên hiqûqa navneteweyî jî bêdeng e’   Bêrîvanê, diyar kir ku hiqûqa navneteweyî jî li hemberî Aysel Tûglûkê bê deng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wezîrê Dadê bi bêdengiyê dibêje ‘ez we û vîna we nasnakim.’ Bi kuştinê peyamê dide me. Divê demildest Aysel bê berdan û li dervê bikare baştir tedawî bibe. Heke zutir tedawî nebe dê rewşa wê gelek zehmet bibe. Her wiha mekanîzmayên hiqûqa navneteweyî jî pêwîste ku gavekî bavêje, lê ew jî ji vê rewşê re bêdeng e. Aysel, ne kesek ji rêzê ye. Bi awayek kêyfî me qetil dikin, hem aliyê derûnî û hem aliyê fîzîkî de, em vê her roj dijîn. Nêzikatiya li hemberî Ayselê me gelek aciz dike. Me di 8’ê Adarê de jî ji bo Aysel Tûglûk peyamên xwe da.”   ‘ATK’ê biryareke siyasî da'   Guler Tunç jî destnîşan kir ku nêzî saleke nexweşiya Aysel Tûglûk hatiye teşhîskirin û nexweşiya wê her ku diçe giran dibe û wiha bi lêv kir: “Ji ber nexweşiya xwe bîra xwe winda dike. Ev bi mehan e li ser medyaya dijîtal derbarê rewşa Ayselê de bangawazî tên kirin. ATK’ê biryara ‘Dikare di girtîgehê de bimîne’ da. Hikûmeta Dewleta Tirk, ji ber ku Aysel Tûglûk kurd e û jine biryarek bi vî rengî û siyasî da. ATK’ê jî biryareke siyasî da.”    ‘Bi mirinê re rûbirû dihêlin’   Guler, da zanîn girtî bi mirinê re rûbirû tên hiştin û wiha axivî: “ Wekî tevgerên jin û siyasetmedar em her çiqwasî bangawazî û çalakiyan pêk bînin jî mixabin di vê erdnîgariyê de kesê ku nexweş û girtî dema kurd bin tu nikarî bidî jiyîn. Bê edaletî û bê hiqûqî gihîştiye asta herî jor û ev tişt hîn jî berdewam dike. Mînaka ku di bîra me de cih girtiye yek jî Garîbe Gezer e. Garîbe Gezer ji ber ku bi destdirêjiyê re rûbirû ma û bi awayeke bi guman jiyana xwe ji dest da. Hikûmet û rêveberiya girtîgehan, girtiyan bi mirinê re rûbirû dihêlin û qetil dikin.”   ‘Em ê ji bo Ayselê têbikoşin’   Guler di dawiya axaftina xwe de bangewaziya serbest berdana Ayselê kir û got: “Em wek siyasetmedar û tevgera jinên kurd bang dikin ku divê demildest Aysel bê berdan. Her wiha divê hemû girtiyên nexweş bên berdan. Dîsa ji bo berdana wan jî divê em dakevin qadan û daxwazên xwe bînin ziman. Jinên kurd ji ber ku xwedî nasnameyekî ne bi neyartiyê re rûbirû dimînin. Di şexsê Ayselê de dixwazin jina kurd bê bêhn bihêlin  û bikujin. Bîra Ayselê bîra me ye. Em ê ji bo Aysel Tûglûk, Garîbe Gezer, Ayten Beçet û jinên ku di demên dawiyê de girtîgehan de hatin qetilkirin li ber xwe bidin."