Komîsyona jinan a ÎHD'ê: 165 girtiyên nexweş ên jin hene 2022-03-12 16:21:12   ÎZMÎR - Komîsyona Jinan a ÎHD'ê ya Îzmîrê, bi daxuyaniyek bal kişand ser rewşa girtiyên nexwey û got: "Li girtîgehan 165 girtiyên nexweş ên jin hene. Di nav de 33 girtî li girtîgehên herêma Egeyê girtî ne."   Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê her du hefteyan carekî çalakiya "Ji girtiyên nexweş re azadî" li dar dixin. Çalakiya îro ji hêla Komîsyona Jinan ve hat lidarxistin. Çalakî li ber Sumerbank a Berê ya Konakê pêk hat. Daxuyanî ji hela endama komîsyonê Cemîle Karakaya ve hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta "Girtiyên nexweş dimirin, bê deng nebin" û "Bêdeng nebin, hevkarê sûcê nebin û ew dimirin" vekirin.   Cemîle, da zanîn ku jin li her qadê li hemberî zext, şîdet, taciz û tecawizê li ber xwe didin û got: "Yek ji wan qadan jî girtîgeh in. Mirina girtiyan, mirina bi guman binpêkirina mafan e. Niha li girtîgehan girtiyên jin têkoşîna jiyanê didin. Ligel her cureyên zehmetiyan hewl didin ku li ser piyên xwe bimînin. Li girtîgehan cudakariya jinan û hewcedariyên jina berçav nayên girtin."   Cemîle, diyar kir ku li hemberî girtiyên jin nêzikatiyeke kêyfî heye û wiha bi lêv kir: "Jinên ducanî, jinên temen mezin û jinên astengdar dema diçin nexweşxane û edliyeyan bi kelepçeyan li ringê siwar dikin. Lêgerîna bi tazî li wan tê ferzkirin. Lêgerîna bi tazî ji hêla karmendên mêr tê tên kirin. Muayeneyên jinekolojîk jî li ber leşkeran tê kirin û kelepçeyên girtiyan jî dernaxin."   Cemîle, destnîşan kir ku niha li girtîgehan 604 girtiyên nexweş yên rewşa wan giran, bi tevahî hezar 605 girtiyên nexweş hene û wiha axivî: "Li girtîgan bi tevahî 165 girtiyên nexweş ên jin hene. 33 nexweşên jin li girtîgehên herêma Egeyê girtî ne."