Komkujiya Helebce, Qamişlo û Gaziyê hatin şermezarkirin 2022-03-12 15:33:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Dêrsim û Şirnexê Komkujiya Qamişlo, Gazî û Helebçeyê hatin şermezarkirin. Di daxuyaniya li Şirnexê de hat diyarkirin ku dê hesabê komkujiyna bipirsin û li Dêrsimê jî komkujî bi daxuyaniyê hat şermezarkirin.    Li gelek bajaran têkildarî qetlîamên Qamişlo, Helebçe û Gaziyê bernameyên bîranînê hatin lidarxistin. Di bernameyan de hat gotin li şûna ku kujer werin cezakirin, hatine xelatkirin.    Dêrsim    Platforma Ked û Demokrasiyêy a Dêrsimê jî bo boneya salvegera qetlîamên Gazî û Helebçeyê li Kuçeya Hunerê daxuyanî da û qetlîam şermezar kirin. Nûnerên rêxistinên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Serokê Partiya Kedê yê Dêrsîmê Ergîn Tekîn daxuyanî xwend. Tekîn destnîşan kir ku li şûna kujer werin darizandin û cezakirin, hatine xelatkirin û komkujiya Gaziyê li dijî baweriya elewîtiyê pêk hatiye. Tekîn da zanîn ku yek ji komkujiyên mezintîrîn li dijî kurdan Komkujiya Helebçeyê ya 16’ê Adara 1988’an e û bi hezaran kurd bi kîmyasalê hatin qetilkirin.    Şirnex   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê jî bi minesebata Komkujiya Qamişloyê, li ber avahiya partiyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de parlementerên HDP’ê yên Şirnexê Nûran Îmîr û Hasan Ozguneş, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJA’yê û rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyê amade bûn. Daxuyanî ji hêla Hevserokê HDP’a Cizîrê Mesût Nart ve hate xwendin.    Mesût, anî ziman ku heta kujer hesabê komkujiyê didin dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha domand: “Rejîma Baasê kesên provakatîf birêxistin kirin û berdan kolanên Qamişloyê. Gelê Qamişloyê jî li dijî van êrişan bi dirûşma ‘Kurdistana azad’ meşiyan. Di demekî kin de ev meş veguherî serhildaneke mezin. Dema girseyê komkujî şermezar dikir, hêzên rejîmê girse gulebaran kir.”   Bi domdarî Mesût bal kişand ser komkujiyên Gazî û Ûmraniyeyê û da zanîn ku dê hesabê ji komkujeran bipirsin. Piştî daxuyaniyê jî çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Çalakî bi dirûşma “Dê kujer hesabê bidin” bi dawî bû.