Xizmên Windayan li aqûbeta rojnamevan Nazim Babaoglu pirsîn 2022-03-12 15:11:11   AMED - Xizmên Windayan, ÎHD û DFG'ê di hefteya 683’emîn a çalakiya bila wenda werin dîtin û bersûc werin cezakirin de li aqûbeta rojnamevan Nazim Babaoglu pirsîn. Di çalakiyê de birayê Nazim got heya Nazim û hemû wenda werin dîtin ew ê lêgerîna xwe bidin berdewamkriin.   Xizmên Windayana, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê ji bo ku li aqûbeta kesên di di dema binçavkirinê de hatine windakirin bipirsin, di hefteya 683’emîn de jî çalakiya xwe li dar xistin. Çalakî, li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Koşuyoluyê hat lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên bi cînayetên kiryarnediyar de hatine qetilkirin û kesên di dema binçavkirinê de hatine windakirin hilgirtin. Îro jî li aqûbeta rojnamevanê  Ozgur Gundemê Nazim Babaoglu yê di dema nûçe dişopand de hat windakirin hate pirsîn. Di çalakiyê de li gel wêneyên windayan wêneyên Gulîstan Doku, Musa Anter jî hatin rakirin.   Di destpêkê de serokê ÎHD’ê yê şaxa Amedê Abdullah Zeytun, hevserokê DFG’ê Serdar Altan têkildarî kesên hatine windakirin axaftinên xwe kirin û gotin em bang li sazî û dezgehan dikin ku êdî dengê wan werin bihîstin.   ‘Em ê bi israr li aqûbeta wan bipirsin’   Birayê Nazim Îhsan Babaoglu jî têkildarî wendabûna birayê xwe ev gotinan kir: “Li welatê me gelek neheqî û nehiqûqî tê kirin. Lewra zilmên mezin hatin kirin. Nazim jî hîna di temenê xwe yê biçûk de bû şahidê vê yekê û xwest dengê gelê kurd ragihîne. Nazim dest bi nûçegihaniyê kir û ji ber ku gelek tişt îfşa kirin hate revandin. Bersûcên bûyerê diyar in lê belê ew kes nehatin lêpirsînkirin û ji ber dem derbas bû dosya hate girtin. Ev nayê wê wateyê ku em ê dev ji lêgerîna xwe berdin. Jixwe heq û hiqûq nemaye lê em ê bi israr li aqûbeta wan bipirsin.”   ‘Herkesî bûyer nixumand’   Nazim Babaoglu di dawiya salên 1992’yan de, di Rojnameya Ozgur Gundemê ya ku di heman salê de dest bi weşanê kiriye de dest bi nûçegihaniyê kir. Nûçeya Nazim Bababoglu ya di sala 1994’an bi sernavê ‘Cerdevanên Tecawuzkar’ çêkiriye di rojnameyê de dibe sernûçe. Di nûçeyê de bûyera cerdevanên ku tecawizî mamosteyek jin û xwişka wê dikin dike. Bi ser bûyerê re li derdora avahiya rojnameyê kesên bi guman digerin. Piştî wê belavkarê rojnameya Siwerekê Murat Yogun di 12’ê Adarê de bi israr dibêje nûçeyek girîng heye werin vir. Li ser israrê Nazim Babaoglu ji aliyê şefe bîroyê ve tê şandin. Ji wê rojê şûnde Nazim Babaoglu wenda ye. Tenê li gorî hinek şahidên bûyerê ve tê îdakirin ku Nazim di destê cerdevanan de li mala Sedat Bucak de hatiye girtin. Li ser van agahiyan bavê Nazim, Kemal Babaoglu gilî dike, lê ew ji aliyê polîsan ve tê girtin û gef lê tê xwarin. Ew jî ji bo zarokên xwe biparêze dibêje ‘kê kurê min revandiye ez nizanim’ Bi vê yekê re jî dosyaya lêpirsînê tê girtin.”   ‘Bi salan li hestiyê kurê xwe geriya’   Piştî wê di sala 2011’an de A. S yê li girtîgeha Erzurumê dimîne nameyek ji baroya Rihayê re dişîne. Di nameyê de dibêje ‘Dema Nazim wenda bûye ez li Siwerekê bûm. Ji ber sûcên adlî lêgerîna min hebû, ji ber wê yekê di karên xwe yên qirêj de çeteyên eşîra Bucakan me bi kar dianîn. Min Nazim revand.’ A. S. di nameya dişîne de cihê lê veşartine jî dibêje. Lê belê di kolanên hatine kirin de ji derveyî hestiyê lawiran tiştek din tune ye. Di sala 2014’an de jî dosya lêgerîna Nazim Babaoglu ji ber dem bi ser re çûye hate betalkirin. Diya Nazim, Makbule Babaoglu bi salan li hestiyên kurê xwe geriya û bêyî ku bibîne di 11’ê Tebaxa 2017’an de jiyana xwe ji dest dide.”   Herî dawî jî bi gotina em ê tim nobedên xwe yên edaletê û lêgerîna xwe ya wendayan bidin berdewamkirin re deqeyek çalakiya rûniştinê hate kirin. Çalakî bi çepikan re bi dawî bû.