ROJEVA 12'Ê ADARA 2022'YAN 2022-03-12 09:00:00   *Cefala Abas a kurê wê Ehmed di merasîma pêşwazîkirina cenazeyên kesên di serhildana 12'ê Adara 2004'an a Qamişloyê de hatibûn qetilkirin, jiyana xwe ji dest da wiha got: "Kurê min di rêya şerefê de jiyana xwe ji dest da û em di vê rêyê de ne poşman in û serkeftin a gelê kurd e. Ez bi rêya kurê xwe serbilind im." DÎMEN HEYE   *Jin bi Hev re bi Hez in, ji bo girtiyên jin yên nexweş hefteya borî kampanya dan destpêkirin û di çarçvoveya kampanyayê de hat diyar kirin ku wê di rojên pêş de çalakî û bernameyên cuda pêk bên. BI DÎMEN    *Dayika Aştiyê Gulçîn Karaburk ya li Geverê dijî diyar kir ku li Geverê bi mehan berê amadekariyên Newrozê tên kirin û wiha vegot: “Di dilê min de kelecaneke mezin a Newrozê heye. Wekê ez nû hatibime dinê. Ez bawer dikim ku wê îsal Newroz bi kelecanek mezin derbas bibe. Newroza îsal wê ji yên her sal bêtir xurt derbas be. BI DÎMEN