Ji kiryar Burak Ercan re 22 meh û 15 roj ceza hat birîn 2022-03-11 18:39:20   ŞIRNEX – Di doza daneşîna biryarê ya kiryar Burak Ercan ê ku hat dîtin de dadgegê 22 meh û 15 roj cezayê girtîgehê da.   Burak Ercan ê ku li Lîseya Anadolu ya li navçeya Cizîra Şirnexê peywirdar bû ku di heman demê de jî nûnerê dibistanê û Egitîm Bîr - Sen a ku Girêdayî Memûr-Senê ye, bi peyamên telefonê nêzî 40 xwendekarên zarok taciz  kiribû. Doza daneşîna biryarê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hat dîtin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nuran Îmîr, Sekretera Jin a Navenda Giştî ya KESK’ê Zeynep Erkan Korkmaz, Şaxên Egîtîm Senê yên Amedê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), rêxistina HDP’ê ya Cizîrê û parêzerên Baroyê tevlî daneşînê bûn.   Kiryar Burak Ercan jî ji Stenbolê bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû. Doza ku bi tespîskirina nasnameyan dest pê kir, heyeta dadgehê der barê nêrîna ku di rûniştina berê de mutaalaya ku hatibû dayîn de parastinan girt. Der barê esasê de parêzerên zarokan mafê axaftinê girtin û anîn ziman ku mutaala hatiye amadekirin li dijî kiryar hatiye amade kirin û gotin kiryar îstîsmara zayendî pêk aniye. Parêzeran diyar kir ku li gorî nêrînê hatiye xwestin ku bersûc bi sûcdariya îstîsmara hêsanî bê cezakirin û bi lêv kir ku ev ceza têra sûcê kiryar Burak Ercan nake.   ‘Komployek bêbextî û siyasiye’   Piştre kiryar Burak Ercan xwe parastina xwe kir û îdîayan ret kir. Kiryar Burak Ercan di parastina xwe de got îdîayên sûcên li ser wê hemû komployek bêbextî û siyasiye û zarokên ku bi êrîşa zayendî re rûbirû mane sûcdar kir. Piştre parêzerê kiryar Yasîn Şen jî bi gotinên mûwekîlê wî mamosteyek disîplîne û bêbextî lê hatiye kirin ve parastinê kir.   22 meh û 15 roj ceza hat dayîn   Piştî parastinan heyeta dadgehê navberek kurt da û biryara xwe aşkere kir. Derbarê kiryar Burak Ercan de, bi îdîaya îfadeyên du mexdûrên cuda ne zelal in biryara beraatê da. Di çarçoveya îfadeyên du mexdûrên cuda de, li kiryar Burak Ercan li gorî xala 1’em a madeya 150’an de ji ber îstîsmara hêsan 15 meh ceza hat dayîn. Ji ber ku kiyar Burak Ercan karmendê cemaweriyê ye û dubarekirina sûcê, heyeta dadgehê cezayê wî nîvco zêde kir û bi giştî 22 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê birî. Heyeta dadgehê anî ziman ku, kiryar Burak Ercan li dadgehê poşman nebûye, dadgehê biryar da ku pêwîstî taloqkirina ceza nîne. Her wiha piştî biryar diyar bibe, dadgehê biryar da ku kiryar Burak Ercan bi giştî 13 mehan ji mafên giştî bêpar bimîne û got ku dikare di nav 7 rojan de ji biryarê re îtîraz bike.   Piştî dozê heyetê daxuyaniyê da.   ‘Em ê şopdarê vê dozê bin’   Sekretera Jin a Şaxa Egîtîm Sen a Şirnexê Serap Ok, diyar kir ku wekî hemû dozan ev doz jî ji bo wan girîng bû û wiha got: “Ji destpêkê heta îro em şopdarê vê dozê ne. Li her deverê Tirkiyê ji bo ku kiryar teslîmê edaletê bê kirin û sûcê pêwîst bigire xwestek hebûn. Lê belê em ê heta dawiyê şopdarê vê dozê bin.”   ‘Têkoşîna me ya hiqûqê berdewam dike’   Parêzerê dozê Dogan Adibellî jî destnîşan kir ku ji destpêlê heta îro dozê dişopandin û îro doz bi dawî bûye û wiha domand: “Li ROjhilata Navîn mixabin ku mafê jin û zarokan bi polîtîqayên qirêj ve rûbirû tên hîştin. Ji bo ku cezayê pêwîst bigire me çi ji destê me bê me kir. Lê têkoşîna me ya hiqûqê berdewam dike û em ê ji vê şûnde jî bibin şopdarê vê dozê.”   ‘Em ê têkoşîna xwe bilind bikin’   Sekretera Jin a Navenda Giştî ya KESK’ê Zeynep Erkan Korkmaz jî ev tiştan got: “Divê rêziknameyên qanûnî yên ku tundî, tacîz, tecawiz û îstîsmarê rewa dike, demildest ji holê bê rakirin. Divê Peymana Stenbolê carekedin bikin meriyetê û tiştên pêwîst pêk bînin. Li dijî van pêkanînan em ê têkoşîna xwe bilind bikin.”   ‘Ji ku ve diçin bila biçin dê vê edaletê civak pêk bîne’   Herî dawî Nuran Îmîr a HDP’yî axivî û got biryara hatiye dayîn hem wan û hem jî wîcdana wan birîndar kiriye û wiha pêlda axaftina xwe: “Biryarek sosret bû. Bi vê biryarê kiryar cerekedin hêzê girtin. Ev îstîsmar li dijî heremê û civakê hatiye kirin. Ger ku bajarên Tirkiyê bûya dê ev biryar nehatiya dayîn. Ji ber ku Kurdistanê pêk hatiye û ew zarok kurd in ev biyar hatiye dayîn. Li ku dibe bila bibe em ê heta dawiyê bibin şopdarê dozê. Ji ku ve diçin bila biçin dê vê edaletê civak pêk bîne.”   Piştî axaftinan daxuyanî bi dawî bû.