Li Cizîrê starta Newrozê hat dayîn 2022-03-11 14:20:20     ŞIRNEX - Komîteya Amadekar a Newrozê ya Cizîrê, starta pîrozbahiyên Newrozê da.   Îsal bi dirûşmeya "Dem dema serkeftinê ye" li 73 bajaran pîrozbahiya Newrozê bê kirin. Cihê ku pîrozbahî bê kirin yek jî navçeya Cizîra Şirnexê ye. Di 21'ê Adarê de pîrozbahiya ku bê kirin de Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir dê tevlî bibe. Her wiha hûnermend Şerzad, Pinar Aydinlar, Lawje û Şiyar Berwarî dê derbikevin ser dikê.    Komîteya Amadekar a Newrozê ya Cizîrê, starta xebatên pîrozbahiya ku di 21'ê Adarê de bike da. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê, rêvebirên navçeyê bi kincên xwe yên heremî tevlî bûn.    Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP'ê yê Cizîrê Mesut Nart axivî. Mesut,  diyar kir ku wateya Newrozê ji bo gelê Cizîrê girînge û wiha got: "Bi dirûşma 'Dem dema serkeftinê ye' em îro starta xebatên xwe didin û xebatên xwe didin destpêkirin. Cizîr Newroz e, Newroz jî Cizîr e. Li gorî layiqê Newrozê werin em bi hevre Newrozê pîroz bikin. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku îsal jî peyvira ku dikeve li ser milê wan bikin.”   Piştre Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Zîlan Ecevît naveroka bernameya Newroza Cizîrê vegot.    Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Newroz” û bi klaman bi dawî bû.   Bernameya pîrozbahiya Newrozê ya Şirnexê û navçeyên wê wiha ye:   *15’ê Adarê wê bi tevlîbûna Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka DBP’ê Salîha Akdenîz, Seroka koma HDP’ê Ebru Gunay û beşdarbûna hûnermend Azad Bedran li qada Atatûrkê ya Elkê bê lidarxistin.    * Dê 19’ê Adarê li Şirnexê bi tevlîbûna Ayşe Acar Başaran û hûnermend Kadîr Çat û Hîvron bê pîrozkirin.   * 19’ê Adarê li navçeya Basayê bi tevlîbûna parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hûseyîn Kaçmaz û hûnermend Umut Botan û Yasemîn Goksu bê li dar xistin.    * 19’ê Adarê li Qilebanê bi tevlîbûna parlementerê HDP’ê bajêr Hasan Ozguneş û hûnermend Baran Ozçelebî, Rençber Agirî bê li dar xistin.   * 20’ê Adarê li navçeya Sîlopyayê bi tevlîbûna parlementerê bajêr Hasan Ozguneş, hûnermend koma Kolektîfa  a Elîhê û Hîvron bê pîrozkirin.    * 21’Adarê navçeya Hezexê bi tevlîbûna parlementere HDP’ê yê bajêr Huseyin Kaçmaz û hûnermend Hîvron û koma jinawaz bê li dar xistin.   * 21’ê Adarê li Cizîrê bi tevlîbûna Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir, parlementera HDP’ê ya bajêr Nuran Îmîr û hûnermend Lawjê, Pinar Aydinlar, Şiyar Berwarî û Şerzad bê pîrozkirin.