Xizmên girtiyan ji ber edliyeya Amedê bang kirin: Em ê têbikoşin 2022-03-10 15:22:07     AMED - Xizmên girtiyan xwestin girtiyên nexweş û yên înfaza wan tên betalkirin bên berdan û çalakiya xwe ya "Nobeda Edaletê" li ber edliyeya Amedê dewam kirin.    Di çarçoveya "Nobeda Edaletê" ya xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan tên betalkirin bên berdan dabûn destpêkirin didome. Malbatan nobeda îro li ber deriyê edliyeya Amedê domandin. TUHAY-DER,  MEBYA-DER, DBP, parlamentera HDP'ê Feleknas Uca piştgirî dan nobedê.    'Ev çi zilm e?'   Xizma girtiyan Înci Guler da zanîn malbat û saziyên piştgiriyê didin wan ji aliyê polîsan ve tên astengkirin û wiha got:"Bi sedan polîsan me dorpêç kirine. Ev çi zilm e? Eziyetê bi zarokên me dikin. "   'Zarokên me li hundur dimirin'   Reşahatê da zanîn ew mafê jiyanê diparêzin û wiha got:"Me her dem aştî xwest. Me edalet xwest. Zarokên me di hundur de dimirin. Ew her roj nexweş dikevin. Em dorpêça li vir qebûl nakin."   Xizma girtiyan Nazime Boltan jî bertek nîşanî dorpêçkirinê da û got bila bi dawî bibe.    Malbatên gotin heta edalet pêk bê ew ê têbikoşin çalakiya rûniştinê kirin.    Çalakî bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.