'77 meh in daxwaza edalet û aştiyê dikin' 2022-03-10 13:17:50     ENQERE - Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê di meha 77’emîn a Komkujiya 10’ê Cotmehê de çalakiya bîranînê li dar xist. Di çalakiyê de wiha hat gotin: "77 meh in daxwaza edalet û aştiyê dikin."    Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê di meha 77’emîn a Komkujiya 10’ê Cotmehê de li pêşiya Gara Trênan a Enqereyê çalakiya bîranînê li dar xist. Di merasîma bîranînê de wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin rakirin, pankartên bîranînê hatin vekirin.   Yek ji xizmên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn Îhsan Seylan di bîranînê de axivî. Îhsan da zanîn ku 77 meh berê gelek kes ji bo aştiyê hatibûn pêşiya garê lê bi komkujiyê re 104 kes hatin qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûn. Di berdewamê de Îhsan tişt anî ziman: “Ji bo aştî û edaletê, ji bo ku kujer û karmendên cemaweriyê yên berpirsyariya wan di vê komkujiyê de hene bên darizandin, ev 77 meh in em têdikoşîn. Em îro dîsa dubare dikin; em ê wan alên li vê qadê ketine erdê dîsa li ba bikin. Em ê dîsa bi qîrin û bibêjin ked, aştî û demokrasî.”     Piştre jî Seroka Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakîncî Coşgun axivî û got ku ev 77 meh in edalet pêk nehatiye û vê hefteyê jî bi daxwaza edaletê li qadê ne. Mehtap, diyar kir ku di 10’ê cotmehê de kesên banga aştiyê dikirin hatin qetilkirin û wiha bi dawî kir: “Divê ev komkujî êdî bi dawî bibin. Dê têkoşîna me ya ji bo edaletê bidome. Em li vir bang li her kesî dikin ku di 12’ê gulanê de beşdarî danişîna bersûcên fîrarî yên komkujiyê bibin ku dê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin.”   Bîranîn, bi dirûşma “10’ê Cotmehê ji bîr neke û nede jibîrkirin” bi dawî bû.