Malbata Şenyaşar: Li dijî hiqûqa serdestan, serkeftin dê ya me be 2022-03-10 11:56:39     RIHA - Çalakiya Nobeda Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 367'emîn de jî berdewam kir. Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal wiha got: "Li dijî hiqûqa serdestan, serkeftin dê ya me be."   Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsê kir. Di êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatin qetilkirin. Kurê wê Ferît Şenyaşar jî ji komkujiyê bi birîndarî xelas bû. Ji bo girtin û darizandina kujeran û berdana Fadil Şenyaşar, Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9’ê adara par de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 367’emîn de jî berdewam kir. Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar, îro jî di saetên serê sibehê de hatin ber deriyê edliyeyê. Malbatê, li cihê weke “Quncika Malbata Şenyaşar” tê pênasekirin pankarta “Hevjîn û du kurên min li nexweşxaneyê hatin qetilkirin! Lê kesek nehat girtin! Bi fermana serdestan re kurê min ev 4 sal in di hucreya yekkesî de tê girtin. Dixwazim ku kurê min di demek herî nêz de bê berdan. Ji bo malbata Şenyaşar û hemû kesî edalet” vekirin.    Malbatê, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal wêneyê nobeda yekemîn salvegera komkujiyê parve kir û wiha got: “Me duh, bi tevlibûna parastvanên mafên mirovan nobet girt. Nobeda îro jî dê bi tevlibûna Serokê Yekitiya Baroyan û serokên Baroyên Herêmê bidome. Me bi du kesan dest bi çalakiyê kir lê dê sibehê bibin milyon kes. Bi qasî ku di rêya wê de canê xwe bidin, em ji edaletê hez dikin. Li dijî hiqûqa serdestan, serkeftin dê ya me be.”    Dê serdana malbatê bê kirin   Tê payîn ku Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) û serokên baroyên herêmê saet di 12.30’an de biçin serdana malbatê bikin û daxuyaniyê bidin.