Li Enqerê agirê Newrozê wê li Anitparkê bê xistin 2022-03-10 11:49:23   ENQERE - Bernameyên Newerozê yên Anatolyaya Hundirîn ên wekî bajarên Enqere, Konya Cîhanbeylî û Kuluya Konyayê aşkere bûn.    Ji newrozê re rojên bi jimar mane û li hemû herêman madekariyên pîrozbahiyê hatin destpêkirin.  Deklerasyona derbarê pîrozbahiyên Newerozê ya bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" bi tevlibûna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokraîtk a Gelan (HDP) û bi tevlibûn Tifaqa Kurdistanî li Amedê hat weşandin.   Anatolyaya Hundirîn   Li gel herêmên ku dest bi amadekariyan kirin li Anatolyaya Hundirîn jî li bajarên wekî Enqere, Konya Cîhanbeylî û Kuluya Konyayê bernameyên Nwrozê hêdî hêdî tên aşkerakirin.  Di vê çarçoveyê de Neweroz li Enqereyê wê di 20'ê Adarê saet di 13.00'an de li Anitparkê bi tevlibûna Pparlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîlîz Kerestecîoglu û endamê Meclisa Partiyê (PM) a HDP'ê Dogan Erbaş, Hunermend Mehmet Atli û Koma Jin Ma bê  pîrozkirin.   *Li Cîhanbeylîya Konyayê jî Neweroz di 19'ê Adarê de wê bi tevlibûna parlamenterê HDP'ê Mehmet Tugrul, hunermend Nuray Balik û Koma Sorjiyan bê pîrozkirin.   *Di 20'ê Adarê de jî wê li navçeya Kulu ya Konyayê Newroz bi tevlibûna parlamenterê HDP'ê Alî Kenanoglu, Hunermend Serhat Kural û Jan Axîn bê pîrozkirin.   Komîteya Newrozê ya Enqerê wê di 14'ê Adarê de Starta Neweroza li Anatolyaya Hundirîn bi daxuyaniyekê bide.