Li Herêma Federal a Kurdistanê mirina bi guman a jinan zêde dibin 2022-03-10 11:24:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Federal a Kurdistanê her roja ku derbas dibe qetilkirina jinan û mirina bi guman a jinan zêde dibin. Sazî û dezgehên jinan da zanîn ku jin nayên parastin û ewlehiya stargehên jinan jî nîne.    Di demê dawî de li Herêma Federal a Kurdistanê mirina bi guman a jinan zêde dibe. Jin ji aliyê hevser, heskirî, xizm, bira û bav ve tên qetilkirin û bersûc bê ceza dimînin. Li gorî daneyên ne fermî zêdetirî 10 jin ji aliyê hevjîn, heskirî û xizmên xwe ve bi rengên hovane ên mîna şewitîn, gulekirin û bi rengekî guman hatine daliqandin, jiyana xwe ji dest dane.   Bersûcên van kiryaran jî di bin navê namûs û mijarên cuda de bûyerê hem sergirtî dikin û dîsa nayên cezakirin. Ev bê cezakirin jî kiriye ku rê li ber qetilkirina jinê bê vekirin. Em hinek bûyerên kuştinê yên ji serê salê ve li herêmê pêk hatin rêz bikin:   Pêncewîn    Li bajarokê Pencewîn jî di 1’ê sibata 2022’ê de jineke ciwan a bi navê Şenge Ebdulxaliq a temenê wê 20 salî bû ku li gundê Siyamêwe dijiya, bi guleyê dawî li jiyana xwe aniye.    Xaneqîn    Di 6’ê sibatê de cenazeyê jinek ciwan a 17 salî gihandin beşa lezgîn a nexweşxaneya giştî ya Xaneqînê ku di mala xwe de daleqandî hatibû ditîn.   Kelar    Li Kelar a girêdayî Germiyanê di 7’ê sibata 2022’ê de jina bi navê Şîlan Hesen ku sala 1991’an ji dayîk bûye û 2 zarokên wê hene, ji ber şewata zêde dema rakirin nexweşxaneyê jiyan xwe ji dest da. Nayê zanîn bê ka sedem çi bû ku Hesen xwe şewitandiye.    Ranya    Di 13’yê sibata 2022’yan de li navçeya Çarqorne ya ser bi bajaroka Ranya nêzî pêşangeha otomobîlan di buyerekê de guleyek bi jinek a runiştvana Hewlêr ku di sala 1971’an de ji dayik bûye ket û jiyana xwe ji dest da.   Behrik    Di 15’ê sibatê de  li Behrika girêdayî bajarê Hewlêrê Hemîn Abdula ya 70 salî ji aliyê kurê xwe yê 36 salî ve bi kêrê hat kuştin.   Dihok   Li kampa Xanikê ya Dihokê di 7’ê Adara 2022’yan de jinek 29 salî ji aliyê hevjînê xwe ve bi du guleyan hat kuştin. Piştî bûyerê kujer xwe radestî polîsan kir.   Hewlêr    Di 9’ê sibatê de li ber deriyê dibistanek Koyê jina bi navê Serwîn ku di sala 1996’an ji dayik bûye bi ji aliyê kesên nenas ve gule lê hate raşandin. Di encamê de 10 gule li beden û linge wê ket. Tevî hemû mudaxeleyan nehate rizgarkirin.    Qelendiz    Di 11’ê sibatê de li bajaroka Sengerê ya ser bi Qeladizê cenazeyê jinek 17 salî hate dîtin. Tê gotin ku cihê şopên ben li stûyê wê diyar in.   Li gorî daxuyaniya Polîsên Raperînê, vê êvarê cenazeyê jina bi navê (X. I. W) ya 17 salî li bajaroka Sengeserê ya ser bi Qeladizê gihîştiye Nexweşxaneya Giştî ya Qeladizê. Li gorî daxuyaniyê şopên ben li stûyê wê diyar in û li gotî agahiyên destpêkê bi ben xeniqiye.   Polîsên Raperînê ragihand ku cenaze ji bo lêkolînê şandin Tiba Edlî ya Silêmaniyê û têkildarî mirina wê lêkolînê destpê kiriye.   Silêmanî    Di 16’ê sibata 2022’yan de  li taxa Kurdsat a bajarê Silêmaniyê Meryem Yeqûb ku mamosteya beşê zanistî li zanîngeha bajarê Silêmaniyê ji aliyê hevjînê xwe ve bi guleyê hat kuştin. Li gora zanyariyan piştî ku kujer Zîko hevjîna xwe Meryem kuştiye guleyek li xwe daye û xwe jî kuştiye.    Di 18’ê sibatê de li taxa Kurdsat a Silêmaniyê jina bi navê Şinyar Huner a dayika 2 zarokan bû ji aliyê hevserê xwe ve hatibû şewitandin, 23’yê sibatê jiyana xwe ji dest da.    Daqoq    Di 24’ê sibata 2022'yan de li bajaroka Daqoq a girêdayî Kerkûkê jinek agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Koye    Li bajarokê Teqteq a Koyê di 2’yê adara 2022’yan de jineke ku sala 2004’an hatî dinê û li Peymangeha Teknîkî ya Koyê dixwend, bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Lê li gorî agahiyên Berdevkê Tenduristiya Navçeya Koyeyê ya Hewlêrê Hewkar Elî ev jin bi ben li malê xwe daleqandiye û wisa jiyana xwe ji dest daye.   Hewlêr    Di 6’ê adara 2022’yan de li nêzî rêya Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê saet 23:00’an jina bi navê Îman Samî Mexdîd (20) bi guleyê hatiye qetilkirin.    Jin nayên parastin   Li gorî daneyên ne fermî ji serê salê û vir ve heta niha zêdetirî 10 jin bi reng û rêbazên cuda hatine qetilkirin. Ev jî nîşan dide ku eger li gorî vê rewşê biçe, wê li Herêma Kurdistanê hejmara jinên bê qetilkirin zêdetir be. Sazî û dezgehên mafê jinan diparêzin nikarin pêşiya qetilkirina jinê bigirin û ti bername û projeyek wan nîne ku jinê biparêze. Stargehên jinan ên heyî bê ewle ne û jin nikarin xwe li van stargehan bigirin.    Jinên hatin qetilkirin hatin bibîranîn    Di çalakiyên 8’ê Adarê ya li seranserî Herêma Federal a Kurdistanê de jinên ku hatin qetilkirin wêneyên wan hatin hildan û ew hatin bibîranîn. Li gorî daxuyaniya Lijneya Parastinê ya Mafê Jinan a Parlamentoya Herêma Kurdistanê, di meha çile û sibata 2022’yan de 9 jin bûne qurbanê tundûtujiyê.   Li gorî daneyên Rêveberiya Têkoşîna li Dijî Tundutijiyê ya Herêma Federal a Kurdistanê di sala 2021’ê de xwekuştina jinan wiha bû: "24 bûyerên xwekuştine, 86 şewitandin û bi tevahî 171 jin hatine qetilkirin." (ANF)