'Ne tenê şikandina tecrîdê, em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin' 2022-03-10 09:02:16   Medya Uren   ÊLIH - Di kesayeta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li ser hemû girtiyên siyasî û gelê kurd tecrîda girankirî tê meşandin. Jin li dijî tecrîdê bi bertek in û dibêjin: "Şikandina tecrîdê jî têr nake, em azadiya Birêz Abdullah Ocalan dixwazin. Ji bo vê jî divê em êdî serî rakin."   23 sal in tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin berdewam dike û tecrîda heyî li ser hemû girtiyên siyasî û gelê kurd weke rêbazekê tê meşandin. Jinên siyasetmedar ên bi navê Sebahat Înal Acar, Berjîn Altan û dayika girtiyan Hîdayet Oy jî têkildarî tecrîdê bertekên xwe nîşan dan û gotin  êdî pêwîstî bi azadiya Rêbertî heye.   'Tecrîd zilm û zilimkarî ye'   Berdevka Maseya Îslamî ya HDP'ê Sebahat Înal Acar tecrîd bi vî rengî şîrove kir: "Tecrîd tê wateya qirkirina miletê kurd. Ji vê hevokê girantir tiştek tune ye û girantir nayê pênasekirin jî. Ev hewildanên tecrîd û êrişên mîna wê bi armanca tunekirina me tên kirin. Kurd, tirk û gelên li vir dijîn tevahî ji vê tecrîdê bi bandor dibin û para xwe digirin. Tecrîd zilm e û yên pêk tînin jî zilimkar in. Bê guman yên ku vê zilmê dikin jî ne xwedî wijdan ne jî xwedî baweriyekê ne. Ne di îslamiyetê de ne jî di oleke din de ev kiryar tune ne û nayên qebûlkirin."   'Divê kurd şiyar bin'   Sebahatê da zanîn ew di serî de bang li gelê kurd dike û berteka xwe wiha parve kir: "Ji derveyî Rojhilata Navîn pêwîst e di serî de em weke gelê kurd şiyar bibin. Divê bi gotina zirar nagihêje min em xwe nexapînin. Niha yên ku tu eleqeya wan bi siyasetê re tune ne jî ku kurd bin ji tecrîdê bi bandor dibin. Îro yên ku ji bo nasnameya kurdewariyê têkoşîn dane di girtîgehan de ne û di nava tecrîd û îşkenceyê de li ber xwe didin. Di serî de Birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî vîna me ne û divê em xwedî li vîna xwe derbikevin. Em êdî xweliya reş ji ser xwe bavêjin û şiyar bibin. Dem dema serhildanê ye. Em rabin û zindanan vala bikin. Doza me dozeke mafdar e."   'Wê azadiya wî aştiya gelan be'   Hevseroka HDP'ê ya navçeya Hezoya girêdayî bajarê Êlihê Berjîn Altan bal kişand ser bandorên tecrîdê û wiha got: "Em ji rewşa Rêbertî bi guman in. Ne parêzer ne jî malbat dikare hevdîtinê pê re bikin. Binpêkirinên mafan ên mezin tên jiyîn. Ev rewş nayê qebûlkirin û pêwîst e demildest dawî lê were anîn. Tecrîd her ku diçe bandorê li ser hemû jiyana me jî dike. Şer, qeyran û kaosên heyî jî bi wê re zêdetir dibin û jê ne qut in. Ji ber wê jî em dibêjin şikandina tecrîdê jî têr nake. Divê em azadiya Birêz Abdullah Ocalan daxwaz bikin û ji bo vê jî bikevin nava hewildanan. Çawa ku tecrîd dibe sedema qeyranên mezin, wê azadiya Rêbertî jî bibe sedema aştiyek mayînde."   'Em azadiya Rêbertî dixwazin'   Dayika girtiyan û Dayika Aştiyê Hîdayet Oy jî diyar kir ku tecrîd bê edaletî ye û wiha berdewam kir: "Em di serî de azadiya Rêbertî û hemû girtiyên siyasî dixwazin. Bi taybetî jî gelek girtiyên siyasî bi nexweşiyên giran ketine, divê demlidest werin berdan. Daxwaza me tenê edalet e. Bila tecrîda li ser Rêbertî rakin ku ew ê bibe sedema aştiyek mayînde. Bi gotinek wî wê avek bi agir û şerê heyî de bibe. Em ji pey doza zarokên xwe û daxwazên wan venagerin. Bila êdî şer, penabertî û xizanî çênebe."