ROJEVA 10'Ê ADARA 2022'YAN 2022-03-10 09:01:21   *Di kesayeta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li ser hemû girtiyên siyasî û gelê kurd tecrîda girankirî tê meşandin. Jin li dijî tecrîdê bi bertek in û dibêjin: "Şikandina tecrîdê jî têr nake, em azadiya Birêz Abdullah Ocalan dixwazin. Ji bo vê jî divê em êdî serî rakin." DÎMEN HEYE   *"Wê jin bi xweşikbûna xwe hêz û baweriya xwe azadiya xwe bi dest bixin, wê bi têkoşîn û berxwedana xwe navê xwe li vê sedsalê binivisin êdî wê bibin sembola azadiya cîhanê." JI PÊNÛSA JINAN   *Jinên ji axa xwe penaber bûne, zor û zehmetiyên ku di koçberiyê de dijîn û têkoşîna ku ji bo vê yekê didin rave dikin. Bi Berxwedana Serdemê ya 58 rojan têkoşîna xwe kirin û niha jî vê têkoşînê didomînin. Jinên li dijî zehmetiyên penaberiya li ser axa xwe têkoşîna jiyanê didomînin wiha gotin:"Em ê dagirkeriyê têk bibin û bi azadî li Efrîna xwe bijîn. Li dijî dagirkeriyê berxwedana xwe mezin bikin." DÎMEN HEYE   *Li Wanê ku di mîtînga 8’ê Adarê de coşa jinan qet nesekinî, li ser azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan sekînin. Jinan gotin : “Em ê bi rihê berxwedana 8’ê Adarê, bi cil û bergên xwe yên kurdî û tilîliyên xwe li qadên 21’ê Adarê bin.” DÎMEN HEYE   *Siyasetmedara kurd Çaglar Demîrel diyar kir ku binpêkirina herî mezin nedanîna têkiliya ku girtî nikarin bi hev re deyne û got ji bo ji girtîgehan cenaze dernekevin divê hemû kes têkoşînê mezin bike. BI DÎMEN   *  Danîşîna doza Burak Ercan ê ku 40 xwendekaran bi peyamên telefonê taciz kiribû dê sibê bê dîtin û biyarek bê dayîn. Sekretera Jinan a Şaxa Egîtîm Sen a Şirnexê Serap Ok anî ziman ku ew ê heta dawiyê dozê bişopînin û bang her kesî kir ku tevlî dozê bibin. BI DÎMEN