Li Qers û Erziromê hevdîtina jinan 2022-03-09 15:07:12   QERS / ERZIROM - Li Qersê û Xinûsa Erziromê hevdîtina jinan a 8'ê Adarê pêk hat. Jinan di hevdîtanan de bal kişandin ser berxwedana jinan û gotin: "Jin hem li dijî mêran û hem jî li dijî dewletê têdikoşin."   Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Qersê û navçeya Xinûsa Erziromê bi tevlîbûna gelek jinan hevdîtina jinan a 8'ê Adarê hat lidarxistin.    Li Qersê 8'ê Adarê...   Li Qersê hevdîtin li salonekî dawetê pêk hat û parlamentera HDP'ê Şevîn Coşkun, hevseroka HDP'ê ya Qersê Sevda Subaşı, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Partiya Kedê (EMEP), Rêxistina HDP'ê ya bajêr û navçeyan û gelek jin beşdar bûn.    Di hevdîtinê de parlamenter Şevîn axivî û bal kişand ser têkoşîna jinan a bênavber. Şevîn wiha got: "Meha adarê meha berxwedanê ye. Roja 8'ê Adarê roja serî rakirina li dijî şîdeta mêr û dewletê ye. Em îsal bi reng û dengê xwe derketin qadan. Jinan li Kurdistanê û Tirkiyeyê daketin qadan û bangewaziya azadî, aştî, wekhevî û edaletê kirin. Her wiha jinan bangewaziya mezinkirina têkoşînê kirin."    Piştî axaftinan hevdîtina jinan bi govend gerandinê bi dawî bû.    Li Erziromê hevdîtina jinan   Li Xinûsa Erziromê jî li avahiya HDP'ê ya navçeyê hevdîtina jinan a 8'ê Adarê pêk hat. Hevşaredara Erdîşa Wanê ya ku li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin Yildiz Çetîn tevlî hevdîtina jinan bû. Di hevdîtinê de Yildiz axivî li ser têkoşîna jinan rawestiya û wiha axivî: "Êdî li vî welatî edalet nemaye. Heta azadiya hevalên me pêk bê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Jin gelek bedelên mezin didin û bi berxwedaneke mezin hatin heta wan rojan. Êdî du jin jî bên cem hev bi hev re li ber xwe didin. Em hem li dijî mêran û hem jî li dijî dewletê têdikoşin."