Jinên li Silêmanî li hember kuştinên jinan daketin qadan 2022-03-09 14:48:37   SILÊMANÎ - Bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jinan li Silêmanî bi dirûşmên "Ji kuştina jinan re na" û "Jin jiyan azadî" tevî hemû astengiyên hêzên ewlehiyê daketin qadan.   Jinên bajarê Silêmaniyê dema ku xwestin bi pêşengtiya rêxistinên jinan li ber Tiba Edlî ya Silêmaniyê xwepêşandanekê li dijî kuştina jinan li dar bixin rastî astengiya polîsan hatin. Hejmarek zêde ya jinan wêneyên jinên ji aliyê mêran ve hatibûn kuştin bilind kirin û xwestin li cihê hatî diyarkirin dest bi çalakiya xwe bikin. Jinên xwestin çalakiyê bikin rastî astengiya polîsan hatin. Destpêkê dor li jinan girtin û rê nedan çalakiya xwe li dar bixin.   'Ji kuştina jinan re na'   Jinên çalakvan berê xwe dan nava bazara bajêr û li wir çalakiya xwe berdewam kirin. Di çalakiyê de gelek jinên çalakvan, siyasetmedar, rewşenbîr û hunermend beşdar bûn, bê navber dirûşmên "Ji kuştina jinan re na" û "Jin jiyan azadî" qêriyan.   'Divê jin bi rêxistinbûyinê hev şiyar bikin'   Cîgira Hevserokên Tevgera Azadî Tara Hisên di çalakiyê de axivî û got: “Pêwîst e ji derveyî mekanîzmeya desthilatê jin bi îradeya hevrebûnê û xwerêxistinkirinê hev şiyar bikin û xwe ji vê rewşa heyî bi têkoşînê rizgar bikin.”