Ji ber jinên têkoşer bi bîr anî, hat binçavkirin 2022-03-09 12:11:37     AMED - Pêşkêşvana mîtînga Amedê ya 8'ê Adarê Safiye Akdag bi hinceta di anonsê de jinên di têkoşîna azadiya jinê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr aniye, piştî mîtîng qediya hate binçavkirin.   Platforma Jinê ya Dîcle Amedê (DAKAP) ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê duh li qada Îstasyonê ya Amdê mîtîng li dar xistibû. Piştî mîtîngê Safiye Akdag a ku pêşkêşvanî dikir hate binçavkirin û birin Şaxa Ewlehiyê ya TEM'ê.   Li gorî agahiyên me girtine Safiye bi hinceta ku anonsa rêzgirtinê kiriye û gotiye "Li ser giyana jinên ku di têkoşîna azadiya jinê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêzgirtin" hatiye binçavkirin.   Wê îro jî îfadeya Safiye Akdag were girtin.