Li Ewropayê bi hezaran jin daketin qadan 2022-03-09 09:06:59   NAVENDA NÛÇEYAN - 8'ê Adarê li gelek welatên Ewropayê bi çalakiyên cuda hat pêşwazîkirin. Jinên kurd jî bi dirûşma "Li ber xwe bide, xwe bi rêxistin bike û azad bibe" tevlî çalakiyan bûn.   8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li gelek bajarên Ewropayê bi çalakiyan hate pêşwazîkirin.    Stockholm    Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi hezaran jinên kurd û ji neteweyên cuda daketin qadan û ev peyam dan; "Jinên ku bi têkoşîna xwe DAÎŞ têk birin, dikarin Erdogan, Pûtîn û dîktatorên din jî têk bibin."   Jinên ku li Medborgarplatsen a li navenda paytexta Swêd Stockholmê li hev civiyan, heta qada Mynttorgetê meşiyan ku Parlamenta Swêdê lê ye.   Tevî jinên kurd her wiha jinên Fars, Efgan û ji rêxistinên çep ên Tirk jî tevlî meşê bûn. Berdevka TJK-Skandînavyayê Ayşe Dîdar li qada çalakiyê axivî û got, "Jinên ku bi şer û têkoşîna xwe DAÎŞ têk birin, dikarin Pûtîn, Erdogan û gelek dîktatorên din têk bibin. Ew roj nêz e. Bi germahiya 8'ê Adarê em silavên xwe ji Îmraliyê re dişînin."   Jinên kurd bi kincên xwe yên neteweyî, stran, dirûşm û tilîliyên xwe tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de govend hate gerandin û dirûşmên "Jin, jiyan, azadî, Sara, Rojbîn, Ronahî" hatin qîrîn.   Viyana    Li paytexta Awûstûrya Viyanayê jin bi wesîleya 8'ê Adarê daketin qadan. Çalakî ji aliyê 25 rêxistinên jinan ve hate lidarxistin. Jin destpêkê ji Joachîmstahler Platzê heta Thalîerstrasse Hoffer Platzê meşiyan. Beriya ku meş dest pê bike, jinan ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê ya jinan deqeyek rêz girtin û peyam dan.   Di belavoka hevpar a tevgerên jinan de hate destnîşankirin ku mîna her sal îsal jî daxwaza jinan maf, hiqûq, edalet, wekhevî û azadî ye. Di peyama Tevgera Jinên Kurd a Viyanayê de jî hate gotin, "Weke jinên Kurd ên li Awûstûryayê, li ser xeta paradîgmaya azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk em ê li her derê li ber xwe bidin, xwe bi rêxistin bikin û jiyana azad ava bikin."   Gras    Li bajarê Grazê yê Awûstûryayê saet di 17:00 de girseya jinan li Sudtîrolerplatzê li hev civiyan û heta Haûptplatzê meşiyan. Çalakgeran bi pankart, al û rengê xwe meşiyan. Li ber stranan jî dans kirin. Çalakî bi dayina peyaman bi dawî bû.   Lîmasol    Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê bi pêşengiya jinên Kurd 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hate pîrozkirin. Jinên ku li ber Navenda Çanda Kurd a Theofîlosê li hev civiyan dest bi meşê kirin. Di dema meşê de qurnefîl li jinan hate belavkirin. Meşê heta ber avahiya Şaredariya Lîmasolê dewam kir û bi axaftina aktîvîst Fatma Jirkî bi dawî bû.   Çalakger piştre derbasî Navenda Çanda Kurd a Theofîlosê bûn û hunermendên herêmî derketin ser dikê, hunera xwe pêşkêş kirin.   Helsînkî    Rêxistinên femînîst û aktîvîstên mafên jinan bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê meş û mîtîngek lidar xistin. Piştî meşa ji navenda bajêr heta Parka Karhûnpuistoyê, mîtîngek hate lidarxistin. Bi navê bi sedan jinên li parkê li hev civiyan daxuyaniyek hate dayin û işaret bi rewşa jinan a li tevahiya cîhanê hate kirin. Tevgera Jinên Kurd jî daxuyaniyek da û mîtîng piştre bi muzîkê bi dawî bû.   Almanya   8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li gelek bajarên Elmanyayê hate pîrozkirin. Çalakiyên 8'ê Adarê ji aliyê gelek saziyan ve bi rengekî hevpar hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hate ragihandin ku mîna li Rojava û Şengalê, azadî tenê bi têkoşîn û rêxistiniyê dikare bê bidestxistin. Li Berlîn, Dresden, Saarbrucken, Heîlbronn, Hamburg, Darsmstadt, Stûttgart, Hannover, Bîelefeld û Kasselê bi hezaran jin daketin qadan daxwazên xwe anîn ziman.    Bruksel    Li paytexta Belçîka Brukselê zêdeyî 10 hezar jin bi wesîleya 8'ê Adarê ê li hev civiyan. Ji gelek neteweyan jin tevlî meşê bûn. Meşa "Meşa Jinê ya Cîhanê-Belçîka" ji aliyê 20 rêxistinên jinan ve hate lidarxistin. Meşa ku bi dirûşma "Li dijî sîstema baviksalar û ji bo mûçeyê wekhev em dimeşin" hate lidarxistin, danê êvarê ji Gare Centrale dest pê kir. Jinan bi pankart û dirûşman neheqî şermezar kirin û ji bo afirandina cîhaneke azad peyam dan.   Tevî jinên Kurd her wiha jinên ji Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) jî bi pankartên xwe tevlî meşê bûn. Jinên Kurd di meşê de pankarta bi nivîsa "Li dijî qirkirina jinê dem dema xweparastinê ye" hildan. Di meşê de her wiha wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, alên TJK-E'yê hatin hildan û dirûşma "Jin, jiyan, azadî" hate qîrîn.