R0JEVA 9'Ê ADARA 2022'YAN 2022-03-09 09:00:00   *Têkîldarî dosyaya malbata Şenyaşar, parêzera malbatê Derya Bozkurt destnîşan kir ku bûyer li ber çavê rayedarên dewletê pêk hat û anî ziman ku nêzîkatiya darazê ya li hemberî 'Nobeta Edaletê' ya Emîne û Ferît Şenyaşar nîşanî me dide ku li Tirkiyeyê edalet di çi astê de ye û got, " Daxwaza Emîne Şenyaşar daxwazeke bingehîn û daxwaza hemû kesan e. Loma divê xwedî li daxwazên wê bê derketin." DÎMEN HEYE   *Parêzer Gulcan Çelîk, mutalaya ku serdozgeriya Daniştayê der barê Peymana Stenbolê de daye nirxand û wiha vegot: "Ji roja ewil de wek me gotiye, biryara vekişandina Peymana Stenbolê di qanûnan de hukma wê tune ye. Mutalaya ku Serdozgeriya Komarê ya Daniştayê pêşkêş kiriye jî vê rewşê nîşan dide. "   *Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û Hevserokê Giştî ya KCD’ê Berdan Ozturk wê bi minasebeta salvegera Nobeta Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar li pêş edliyeya Rihayê wê serdana malbatê bike.(12.00) BI DÎMEN   * Li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Tekîrdagê 13 girtiyan li dijî binpêkirina mafan û tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kiribûn û di roja 52’yemîn de ye. Parêzera OHD’î Eda Onal der barê mijarê banga peywirê  li saziyên têkildar kir. BI DÎMEN