Li Erîvanê jinên kurd 8'ê Adarê pîroz kirin 2022-03-08 18:56:38     NAVENDA NÛÇEYAN - Ji aliyê Yekîtiya Jinên Azad ve li Erivana Ermenistanê jinan 8'ê Adarê pîroz kirin û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan silav kirin.    Ji aliyê Yekîtiya Jinên Azad ve li Erivana Ermenistanê jinan 8'ê Adarê pîroz kirin û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan silav kirin. Gelek jin beşdarî çalakiya li qadên Oktoberyan û Elegezê bûn.    Çalakiyê bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştre jinan gul belav kirin. Endamên Yekîtiya Jinên Azad Jenya Qadir û Seyrana Celad axaftin kirin. Di axaftinan de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat silavkirin û hat gotin dê ev sala sala şikandina tecrîdê be.    Pîrozbahî bi berzkirina dirûşman û gerandina govendê bi dawî bû.