Şahiya Nisêbînê bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' bi dawî bû 2022-03-08 16:54:11     MÊRDÎN - Mîtînga 8’ê Adarê ya ku li Nisêbîne hate lidarxistin bi “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû. Parlementera Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, destnîşan kir ku wê hêza jinan tecrîdê bi dawî bike.   Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê bi dirûşma “Dem dema azadiya jinê ye” 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek bajaran bi coş û kelecaniyek mezin tê pêşwazî kirin. Bi minasebeta 8'ê Adarê li Nisêbîna Mêrdînê jî şahiyek hat lidarxistin û şahiya ku gelek kes tevli bûn veguherî mîtîngê.     Jin ji çar hêlên Mêrdînê bi cil û bergên xwe yên rengîn berê xwe dan qada şahiyê ya li Nisêbînê. Li qadê pankartên “Bijî 8’ê Adarê”, “Dem dema azadiya jinê ye” û “ Em li fezayê û li her derê ne, em ê serdestiya mêran têk bibin” hatin daliqandin. Her wiha li gel nûnerên sazî û dezgehên sivîl parlamentera HDP’ê ya Agirîyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Palatforma Jinan a Şahmaranê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, MEBYA-DER ya Mêrdinê û bi hezaran jin tevli şahiyê bûn.    Ji qadê dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”   Jinan li qadê dirûşmên “Jin jiyan azadî” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Mîtîng di şexsê Garîbe Gezer û Denîz Poyraz de bi rêzgirtinê dest pê kir.    ‘Em azadiya girtiyan dixwazin’   Piştî rêzgirtinê, Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Nisêbînê Perîhan Altug bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê û got : “Em azadiya girtiyan dixwazin. Em ê ji bo vê yekê têkoşînê bidomînin."   ‘Jin pêşengtiya têkoşîna ji bo azadî û wekheviyê dikin'    Parlementera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr di şahiyê de axivî û di destpêka axaftina xwe de 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û wiha got: “Hûn herdem xwedî li nasname, ziman û têkoşîna xwe derketin.  Zîhniyeta qirêj a ku xwest we têk bibe li hemberî têkoşîna we têk çû. 8’ê Adarê ji bo me ne tenê rojek ji bo pirozbahiyê ye. Di heman demê de daxwaza têkoşîn û wekheviyê ye. Îro jinên kurd bi têkoşîna xwe ya ji bo azadî û wekheviyê pêşengtiyê ji jinan re dikin. Jinên kurd hêza xwe ji Sara, Leyla Guven, Ayşe Gokkan, Denîz Poyraz û Garîbe Gezer digirin.”   ‘Hûn ê bi hêza xwe tecrîda li îmraliyê bi dawî bikin’    Dîlan di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku jin ji tecrîdê re dibêjin na û di vî warî de têkoşîna xwe mezintir dikin. Dîlan, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Yên ku îro dixwazin me ji holê rabikin, ew bi xwe ji holê tên rakirin.  Çeteyan li her derê dest danîne ser welêt. Em krîzê di hemû jiyana xwe de dibînin. Sedema vê krîzê çi ye? Ev yek ji ber diz û çeteyan pêk tê. Eger pirsgirêka kurd çareser bibe wê krîz, mafya û polîtîkayên qirêj ên li welêt rû nedin. Hûn ê vîna Kurdan qebûl bikin. Hûn ê Zimanê Kurdan, nasnameya wan qebûl bikin. Hûn ê dawî li polîtîkayên qeyûm bînin. Hûn ê bi hêza xwe dawî li tecrîda li ser Birêz Ocalan bînin. Bêyî ku guh bidin jinên Kurd hûn nikarin pirsgirêkan çareser bikin.”