Ji Şengalê peyama 8’ê Adarê: Em tu carî serî natewînin 2022-03-08 16:39:14     ŞENGAL - Şahiya 8'ê Adarê li Deriyê Kersê ya Çiyayê Şengalê bi coşek mezin hat pêşwazîkirin û ev peyam hat dayîn: "Bi wesileya 8’ê Adarê em soz didin em xweseriya Şengalê ava bikin em ê heya dawî têkoşînê bimeşînin."   Şahiya 8’ê Adarê li Deriyê Kersê ya Çiyayê Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi dirûşma “Yekîtî û Têkoşîna Jinê Wê Pêşî li Fermanan Bigire, Xweseriya Şengalê Ava Bike” hat pêşwazîkirin. Di saetên nîvro de bi sedan jin li Baxçeya Serokatî ya li Deriyê Kersê ya Şengalê kom bûn û li gel stran û govendê bi coşeke mezin dest bi pîrozkirina vê rojê kirin.   Deriyê Kersê ketina Çiyayê Şengalê ye ku di fermana sala 2014’an de bi sedhezaran Êzidî xwe gihandibûn çiyayê pîroz û li hemberî çeteyên DAIŞ’ê xwe lê spartibûn. Di serî de jinên êzidî, hemû jinên Şengalê di nav çend salan de zincîrên koletiyê parçe kirin û niha bi yekîtî û pêşengiya jinan ev qada ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve di fermanê de hatibû dorpêçkirin, veguherandin qada azadiya jinên Şengalê.   Pîrozbahiya bi coş...   Jinên Şengalî bi vê rastî û baweriyê û bi soza bilindikirina têkoşîna azadiya jinê û avakirina xweseriya Şengalê bi coşeke mezin dest bi şahiyê kirin. Di bernameya şahiyê de axaftinên derbarê wateya rojê de û bernameyek dewlemend a hunerî heye. Di çarçoveya bernameyê de wê koma govendê Koma Kulîlkên Adarê, koma karateyê ya endamên YJŞ’ê Koma Şehîd Melsa, Koma Şanoyê Koma Hêviyên Jiyanê, koma erbanê Koma Stêrkên Sor hunera xwe pêşkeş bikin. Her wiha Koma Hêviyên Jinên Şengalê û hunermend îda Şengalê jî wê bi stranên xwe coşa 8’ê Adarê bilind bikin.   'Êzidî tu carî serî netewînin'   Bernameya şahiyê ji bo şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî xêrhatina mêvanan, Endama Koordînasyona TAJÊ Riham Hico, li ser navê jinên Êzidî axaftinek kir û 8’ê Adarê pîroz kir. Riham Hico di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku ew wek jinên Şengalê bi berxwedan û serhildanê vê rojê pîroz dikin û wiha axivî: “Êrîşên li ser jinan, êrîşên li ser civakan berdewam dike. Jin û civak têne koçberkirin, welat têne dagirkirin. Em wekî jinên êzidî ku 7 sal in li hemberî dagirkerî û qirkirinê, li hemberî plan û komployan li ber xwe dane, em dibêjin ku çiqasî êrîş dijwar dibe, em ê wekî jinên êzidî tu carî serî netewînin. Em ne tenê ji bo êzidî têkoşînê dikin. Xebatên me ji bo tevahiya jinan e. Em ê ji bo jinên Êzidî,  jinên Iraqê şoreşeke zihnî pêş bixin.”   'Şengal dê bi pêşengiya jinan ava bibe'    Riham Hico bibîrxist ku piştî fermana 2014’an di nav 7 salên borî de jinên êzidî têkoşîneke bêhempa meşandiye û wiha berdewam kir: “Êrîşên dijwar li ser me têne meşandin. Ji bo jinên Êzidî her roj 8’â Adarê ye. Her roj em di nav têkoşîn û serhildanê de ne. Roj nîne jinên êzidî nayê kuştin, roj nîne îşkence û tecawiz li jinan nayê kirin. Em wekî TAJÊ, bi wesileya 8’ê Adarê vê sozê didin; ji bo yekîtî, rêxistinbûna jinan, ji bo em azad bijîn, ji bo em ji desthilatdariyê xilas bikin ji bo em xweseriya Şengalê ava bikin em ê heya dawî têkoşînê bimeşînin. Em di vê rê de bawer in, em vê rojê dikin wesileya Şengala xweser, demokratîk û azad. Roj roja jina ye, wê Şengal bi pêşengiya jinan ava bibe.”   Endama Koordînasyona TAJÊ Riham Hico axaftina xwe bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana jinan, bijî têkoşîna jin, bijî Rêber Apo” bi dawî kir.   'Jinan mohra xwe li dîrokê xistin'   Piştî axaftina Riham Hico, ji Fermandariya Yekineyên Jinên Şengalê (YJŞ) Axîn Întîqam axivî. Axîn Întîqam jî di serî de 8’ê Adarê li Rêber Ocalan û hemû jinên berxwedêr û têkoşêr pîroz kir û wiha got: “Em di rojeke bi heybet de ne, rojekî tijî têkoşînê ye. Sistema baviksalarî bi şidet û wehşet xwe dide berdewam dikin. Ne tenê rojekî, em ji bo jiyaneke azad têkoşîn dikin. Bi sedan jin bi têkoşîna xwe mohra xwe li dîrokê xistin. Êrîşên ku li ser gelê me, di şexsê jinê de tê meşandin, êrîşên dagirkirina jiyana azad e.”   Axîn bi van gotinan bang li hemû jinên ciwan kir ku tevlî têkoşîna azadiyê bibin: “Em bang li hemû jinên ciwan dikin ku çeka tolhildanê rakin. Em hemû jinên ciwan dawetî vê têkoşînê dikin. Yê ku jinê bigihine azadiyê fikr û felsefeya Rêber Apo ye. Em bi silaveke germ 8’ê Adarê li Rêber Apo pîroz dikin.”   Axaftina Axînê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” hate pêşwazîkirin.   Piştî axaftinan bernama 8’ê Adarê bi çalakiyên hunerî berdewam dike.