Li Îzmîrê TJA û HDP çûn serdan goristanan 2022-03-08 16:25:21   ÎZMÎR - TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Îzmîrê bi minasebeta 8'ê Adarê çûn serdana gora Denîz Poyraz, Dîlan Kortak û Ayşe Şan.    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li Îzmîrê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de çûn serdana Goristana Kaynaklar a Buca yê. Jinan gora Denîz Poyraz, Ayşe Şan û Dîlan Kortak ziyaret kirin. Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê, rêveberên Buroya Herêma Egeyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û dayika Denîz Poyraz Fehîme poyraz di serdana goristanê de cih girtin.    Dayika Denizê Fehîme Poyraz di serdana gora Denîzê de axivî û got: "Ez di serî de 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim. Heke Denîz nehata qetilkirin dê îro li qadanbûya. Ez hemû dayikên şehidan silav dikim."    Aktîvîsta TJA'yê Hayat Îzgî jî, di serdana gora Dîlanê de û wiha axivî: "Dîlan ciwaneke werek bû. Bi zanetî hat kuştin û em tu carî Dîlanê ji bîr nakin."    Hevseroka HDP'ê ya Bcudayê Nurşen Ataman jî di gora Ayşeyê de wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ayşe Şan gelek bedelên giran da. Tu carî ji bîra me naçe. Stranên wê li cîhanê deng da."   Piştî diayên ku hatin kirin bernameya serdana goristanan bi dawî bû.