Li Mexmûrê ji bo 8'ê Adarê şahî hat lidarxistin 2022-03-08 16:16:45     MEXMÛR - Li  Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de şahiyeke girseyî hat lidarxistin.   Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a cîhanê, ji 1’ê mehê ve jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê li ser piyan e û rêzeçalakiyan li dar dixin.  Jinan îro jî bi minasebeta 8'ê Adarê roja 8’ê bi cil û bergên xwe yên kurdî bi coşek mezin berê xwe dan qada şahiya ji bo 8'ê Adarê û şahiyek bi heybet li dar xistin.    Beriya ku şahî dest pê bike deqeyek rêz ji bo tevahî pakrewanên Kurdıstanê hate girtin. Piştre li ser giringiya rojê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Pakîstan Bîlen axivî û got: “Em destpêkê 8’ê Adarê li rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan, hemû jinên tekoşer yên ku îro li çeperan têdikoşin, jinên li Mexmûrê û bi giştî li hemû jinên kurd  pîroz dikîn. Em di rojên dîrokî re derbas dibin bi destpêkirna biharê re me weke Gelê Kurd serketina  xwe îlan kiriye, ev ji bi saya felsfeya rêbertî, keç û xortên Kurdistanê ye. Gelê Kurd gelek destkeftiyên mezin bi dest xistin minaka vê Rojavayê Kurdistanê û berxwedana Şengal û Mexmûrê ye.  Ji ber vê jî dewleta Tirk her roj êrîşî Gelê Kurd dike ji ber ku serketina Kurdan hezim nake. Wê dijmin li beramberî berxwedanA me têk biçe û wê serkeftin bibe ya Gelê Kurd. Sedsala 21’ê sedsala jinê ye.  Ji ber wê hertim jin rastî êrîşan tên. Divê em li erk û berpirsyartiya xwe xwedî derbikevin, disa em weke jin xwe bi rêxistin bikin. Carek din em vê roja giring li rêbertî, şehîd û gelê xwe pîroz dikin. Teqez emê serbikevin.”   Pîştî axaftinê Koma Şehîd Delîl derket ser dikê û bi stranên xwe coşa gel zêde kir. Piştî koma Şehîd Delîla, koma govendê ya Kevana Zêrîn derket ser dikê û şahî bi hemû coşa xwe berdewam e.   Di berdewamiya bernameyê de wê Koma Şanoyê ya Kevana Zêrîn bi lîstika xwe ya "Jinin jiyan e derkeve ser dikê û wê hunermend Nuarin jî bi stranên xwê beşdarî şahiyê bibe.