Jinan ji Êlihê bang kirin: Rêya azadiyê ji Îmraliyê dest pê dike 2022-03-08 16:13:43     ÊLIH - Mîtînga 8'ê Adarê ya li Êlihê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” dest pê kir bi dawî bû. Jinan di mîtîngê de gotin:" Rêya azadiyê ji Îmraliyê dest pê dike."   Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê, li taxa Çandê ya Êlihê mîtînga 8'ê Adarê ya hat lidarxistin bi dawî bû. Mîtînga bi coş û heyecan dest pê kir bi berzkirina dirûşmên jinan bi dawî bû. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Rêxistinên HDP'ê û DBP'ê yên bajêr û navçeyan, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Êlihê, TUAY-DER'ê, nûnerên saziyên sivîl û bi sedan jin bi cilên xwe yên kurdewarî tevlî mîtîngê bûn.    Di qada mîtîngê de pankarta “Dem dema azadiya jinan e" hat daliqandin. Her wiha dowîzên wekî "Jin jiyan azadî”, “Gulistan Doku li ku ye?", "Ji girtiyên nexweş re azadî", “Bijî berxwedana jinan” û “Êdî bes e, dem dema azadiya jinê ye" hatin vekirin. Her wiha dirûşmên wekî “Jin jiyan azadî” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ye" hatin berz kirin.    Hevşaredara Êlihê ya qeyûm tayînî dewsa wê hat kirin Songul Korkmaz wiha got:"Li dijî zihniyeta Peymana Stenbolê fesh kir em îro li qadan e. Kes nikare Peymana Stenbolê û sîstema me ya hevserokatiyê krîmînalîze bikin."   Piştre bi stranên Koma Rîtmên Azadiyê govend hat gerandin.    Piştre Endama PM'a DBP'ê Nurten Uzumcu nameya Tifaqa Jinê ya Demokratîk a Bakurê Efrîkayê û Rojhilata Navîn (NADA) xwend. Di nameyê de jinan bal kişandin ser êrişên dewletê yên sîstematîk ên li ser jinên kurd.    Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca jî wiha got:"Jinên cîhanê feyza têkoşînê ji jinên kurd digirin. Her wiha ji bo rêya aştiyê vede divê deriyên Îmraliyê vebe. "   Piştî axaftinê hunermend Ozlem Baglayan stranên xwe got.    Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydeniz jî diyar kir ku dê jin dev ji rengê xwe bernedin û wiha got:"Jinan bi berdêla da destkeftiyên xwe bi dest xistin. Ji bo van destkeftiyana jin niha li qadan e."   Her wiha Salihayê jî got rêya aştiyê ji Îmraliyê derbas dibe.   Mîting piştî axaftinan bi stranên hunermendan bi dawî bû.