ÎHD'ê ji jinên girtî yên nexweş re kart şandin 2022-03-08 15:26:59     STENBOL - Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, ji girtiyên jin ên nexweş yên li Herêma Marmarayê re kart şandin.   Komîsyona Girtîgehan Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê ji di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ji jinên girtî yên nexweş ku di girtîgehên Herêma Marmaarayê de dimînin re ji Postexaneya Galatasarayê kart şandin.   Beriya ku kart bên şandin Seroka ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî, axivî û got, "8'ê Adarê  Roja Jinan a Cîhan roja têkoşîn û berxwedanê ya hemû jina ye. Jinên girtî jî ji bo mafên xwe li girtîgehan di berxwedanê de ne. Me jî xwest ku em pirsgirêkên wan bînin ziman û bala raya  giştî bikirşînin ser van pirsgirêkan. Di heman demê de em 8'ê Adara hemû jinên girtî pîroz dikin."    Piştî axaftinê kartên ku hatibûn amadekirin ji girtiyan re hatin şandin.