Jinan li Rojavayê Kurdistanê bi coşeke mezin 8'ê Adarê pîroz kirin 2022-03-08 15:00:58     NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên li Rojavayê Kurdistanê bi dirûşma "Em bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin" bi coşeke mezin 8'ê Adarê pîroz kirin.   Îro li sernaserî Rojhilata Navîn û cîhanê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi tevlîbûnek mezin a jinan tê pîrozkirin. Jinên tevahî welatan bi rengê xwe yê cuda cejna xwe pîroz dikin. Li warê şoreşa jinê jî ev roj ji aliyê tevger û rêxistinên jinên Rojavayê Kurdistanê ve, bi dirûşma "Em bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin" jinan qadên 8’ê Adarê dagirtin.   Hesekê    Tevger û rêxistinên jinan li Rojavayê Kurdistanê bi dirûşma "Em bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin" gelek çalakî organîze kirin. Bi heman mebestê jinên bajarê Hesekê bi hemû pêkhateyên kurd, ereb, suryan û ermen bi cil û bergên xwe yên neteweyî li ser Seda Kantona Hesekê dest bi şahiyê kirin. Saziyên Civaka sivîl, Kongreya Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk, Meclîsa Civaka Ermenî, Yekîtiya Jinên Suryan, Partiya Sûrî Pêşerojê beşdarî şahiyê bûn. Qada Şahiyê bi alên Kongra Star, Yekîneya Parastina Jinê (YPJ) û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan, Şehîd Hevrîn, Seada, Hind, Zîlan  Roza Luksemborg, Ivana Hoffman û Awaz Ormiye hat xemilandin. Piştî qedeyek rêzgirtinê daxuyaniya bi navê hemû rêxistinên jinên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Lîlav Hisên ve hat xwendin.   Paşê bi navê Yekîniyên Paratina Jinê (YPJ)  Gulvedan Qamişlo 8'ê Adarê li tevahî jinên berxwedêr pîroz kir û wiha got: "8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê di encama têkoşînên mezin ên bi milyonan jinên kedkar û pêşengên tevger û rêxistinên jinên cîhanê pêk hat. Deskeftiyên ku îro hatine bidestxistin bi xêra wê ked û berxwedanê ye. 8’ê Adarê ji bo me roja serîrakirin û mafxwestinê ye.”   Şahî wê bi pêşkêşkirina stranan ji aliyê koma Gira Stêrik, Ararat a Meclîsa Ermenî, hunermend Aya, Hunermend Hojîn, koma Elîniya, Koma Şano ya Şehîd Darsî, koma Arjîn a dîlanê dewam dike.   Şahî bi germahî û gerandina dîlanan dewam dike.   Til Temir   Jinên navçeya Til Temir, Zirganê û Çiyayê Kizwanan bi hemû netewên kurd, ereb û aşûriyên xwe bi cil û bergên xwe yên neteweyî, li saziya Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi şahiya 8’ê Adarê kirin.   Piştî qedeyek rêzgirtinê, Endama Rêveberiya Kongreya Star Madlên Ibêd 8'ê Adarê li tevahî jinên berxwedêr pîroz kir û ev tişt anî ziman: "8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê di encamê berxwedanên mezin ên bi milyonan jinên kedkar û pêşengên tevger û rêxistinên jin ên cîhanê de pêk hat. Ji Roza Luksemburg heta Cilara Zetkîn, Zenûbya, Zerîfe, Sakîne Cansiz, Mîna Qazî, Suheyle Ebdûlqadir, Ivana Hoffmann, Sosin Bîrhat, Nûjîn Amed, Tolhildan Raman, Leyla qasim, Leyla Agirî, Hevrîn Xelef, Zehra Berkel, Hind û Seda û Awaz Ormiyê bûne pêşeng û rênîşanderên me jinan."   Şahî wê bi axaftina Fermandara Meclisa Leşkerî a Til Temirê Zîlan Til Temir, Koma Zenûbiya a stranan, Koma Ş. Arjîn a dîlanê dewam bike. Her wiha wê hûnermend Yasmîn Mihemed ji Reqa û Fatima Xelîl ji Şehbayê bi kurdî û erebî stranan bêjin.    Şehba    Kongreya Star a herêma Efrînê şahiya 8’ê Adarê li gundê Elewişê yê navçeya Ehdas a kantona Şehbayê li dar xist. Bi sedan jinên Efrîn û Şehbayê bi rengên xwe yên folklorî beşdarî şahiyê bûn. Axaftin ji aliyê endamên Kongreya Star a herêma Efrîn Rîhab Çebo û Rîhan Elo ve hate kirin û 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz kirin.    Piştre Tevgera Çand û Huner û Tevgera Hîlala Zêrîn ên herêma Efrîn hunerên xwe pêşkêş kirin, Koma Ş. Berçem a stranan, koma Ş. Mizgîn a kevnşopî ya stranan, koma Çiyayê Kurmênc a govendê, koma jinên ciwan, koma Ş. Avesta ya stranan, koma Ş. Viyan Soran a govendê, hunermend Fatime Bîlal, koma Ş. Barîn a şano, koma Ş. Hêva a stranan, koma Ş. Bêrîvan a jinên Êzîdî ya stranan, hunermend Zîlan Xelîl û Mûfîde Hemdî hunerên xwe nîşandan.   Şahî bi gerandina govendê û stranan dawî bû.   Heleb   Bi hatina 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Kongreya Star a bajarê Helebê bi dirûşma “Em ê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin” şahiyek li Şêx Meqsûdê li dar xist. Jinên Helebê ên ji hemû pêkhateyan bi cil û bergên xwe yên folklorî beşdarî şahiyê bûn û bi hev re 8'ê Adarê pîroz kirin.    Endama Yekîniyên Parastina Jin (YPJ) Arîn Efrîn Roja Jinên Cîhanê li tevahî jinan pîroz kir û wiha domand: "Roj bi roj jin afrîneriya xwe di hunandina dîrokê de nîşan dide û asta têkoşîna xwe mezintir dike. Wekî Yekîniyên Parastina Jinê em soza mezinkirina têkoşînê didin."   Endama Meclîsa Jina Sûrî Heyfa Hesen got ku dîroka 8'ê Adarê dîroka berxwedanê ye û wiha lê zêde kir: "Roja Jinên Cîhanê bi saya keda bi milyonan jinan hat û em soz didin ku em ê rêya wan bişopînin heya ku em azadiyê mîsoger bikin."   Endama Kongreya Star Velantîna Ebdo anî ziman ku ew ê asta têkoşîna xwe mezintir bikin û wiha lê zêde kir: "Şoreşa jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa hemû jinan e. Ji bo avakirina civakeke demokratîk a li ser nirxên edaletê divê hemû tevgerên femînîst hevgirtina xwe xurt bikin."   Koma Şehîd Verjî û a stranan a Hîlala Zêrîn, koma Şehîd Şêlan a govendê û koma kevneşopî ya stanan hunerên xwe pêşkêş kirin. Hunermend Denîz Îbrahîm û Fatimê Abdo derketin ser dikê û stranêên xwe gotin. Koma şano ya Hîlala Zêrîn şanoyek li ser jinê pêşkêş kirin.     Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.