Hiqûqnasên jin daketin qadan 2022-03-08 14:20:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Hiqûqnasên jin li Amed, Mêrdîn û Edeneyê bi minasebeta 8'ê Adarê daketin qadan û bal kişandin ser binpêkirina mafên jinan.    Jinên kurd îsal bi dirûşma “Dem dema azadiya jinan e” çalakî, şahî û mitîngên 8'ê Adarê li dar dixin. Li Amed, Mêrdîn û Edeneyê hiqûqnasên jin daketin qadan bal kişandin ser binpêkirina mafên jinan.    Edene   Navenda Mafê Jinan a Baroya Edeneyê bi boneya 8’ê Adarê daxuyanî da. Cîgira Seroka Navendê Ayça Kara Sigirci daxuyanî xwend û destnîşan kir ku ew xwedî li destkeftiyên jinan derketine.    Amed    Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê jî bi boneya rojê li ber Edliyeya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Serokê Baroyê Nahît Eren û endam û rêveberên baroyê tevli daxuyaniyê bûn. Daxuyanî bi kurdî û tirkî hat xwendin. Daxuyaniya kurdî ji aliyê parêzer Bêrîvan Tûran ve hat xwendin û destnîşankirin ku azadiya jinên girtî yên kurd hatine desteserkirin û hat gotin divê jinên girtî yên nexweş û hemû jinên girtî tavilê werin berdan.    Komîsyona Jinan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê jî li avahiya komeleya xwe ji bo 8’ê Adarê civîna çapemeniyê li dar xist. Endama Komîsyonê Fatma Sariyaroglu daxuyanî xwend û destnîşan kir ku jin ji bo têkoşîn û azadiyê li qadan û kolanan in. Fatma, anî ziman ku ew dixwazin Aysel Tugluk tavilê were berdan û dawî li polîtîkaya bêcezatiyê were.    Piştî daxuyaniyê Endamên Komîsyonê û Platforma Jinan a Mêrsînê ji jinên girtî re kart şandin.     Mêrdîn    Navenda Mafê Jinan a Baroya Mêrdînê jî bi wesîleya rojê li ber avahiya Baroyê daxuyaniyek da. Li ser navê Navendê parêzer Emîne Erboga daxuyanî xwend û da zanîn ku jin 8’ê Adarê dîsa di bin siya kuştin, tundî û mirinên bi guman de pêşwazî dikin û ew ê destûr nedin tundî, kuştinê û tunehsibandina destkeftiyên jinan.