'Em jin soza şikandina tecrîdê didin' 2022-03-08 14:19:22     AMED - Li Amedê meşa jinan a ber bi Qada Îstasyonê ku Mîtînga 8'ê Adarê lê tê lidarxistin berdewame. Li qada ku coşa wê her diçe zêde dibe, bi pankart û dirûşman balê tê kişandin ser rewşa girtiyên nexweş siyasetmedara kurd Aysel Tugluk û berxwedana jinan.     Ji bo tevlibûn Mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya ku li Qda Îstasyonê ya Ofîsa Amedê di pêşengiya Platforma Jinan a Dîlcel Firatê (DAKAP) de tê lidarixistin meşa jinan a ber bi qadê ve berdewam dike. Bi derbasbûna jinan a qadê re coş û kelecana li qadê zêde bû.   Li qada mîtîngê pankartên bi dirûşmên, "Ji girtiyên nexweş re azadî", "Dem dema azadiya jinê ye", "Ji Aysel Tugluk re azadî", "Ez kurd im perwerdehiya bi kurdî dixwazim", "Zimanê me rûmeta me ye" , "Divê kurdî bibe zimanê fermî" û "Jin jiyan azadî" hatin daliqandin.  Jinên ku bi cil û bergên xwe yên kurdî hatin qadê flamayên li ser wan "Jin jiyan azadî" rakirin.    Jinên ku bi kortejên cuda cuda li gel astengiya polîsan ketin qadê dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Gritiyên siyasî rûmeta me ne" berz kirin. Heriwha strana Hunermedn Sezen Aksu ku di demeke nêz de bibû hedefa îqtîdarê jî lêda û jinan jî li çepêkan da.    Mîtîngê bi bîranîna Garîbe Gezer û rêzgirtina ji bo têkoşerên azadiyê dest pê kir. Piştî wê li ser navê Komîteya Amedekar Berfîn Polat jin slav kir û got "Niha dema azadiyê ye",    'Bijî berxwedana zindanan'   Çalekvana Nobeta Edaletê Încî Guler ji bo dengê girtiyan û dayikên di Nobeda Edaletê de ne bide bihîstin di serî de axivî û got: "Ev 4 meh in em di Nobeda Edalete de ne. Girtiyên nexweş nayên berdan. Em bi hev re di nava lêgerîna edaletê de bin. Em xwedî li girtiyan derbikevin. Bijî berxwedana zindanan û bijî heq û hiqûq."   Diya Garîbe Gezer jî piştî wê jin slav kir û got Garîbe dengê we û rûmeta me hemûyan e.   'Berpirsyar îqtidar e'   Berdevka demê ya KESK'ê Done Gevher Koyun di serî de got jinên Amedê yên ku ruxmê êriş û hişmendiya baviksalarî bi rojan in li qadan in slav ji we û têkoşîna we re. Done wiha berdewam kir: " Îqtidara ku Peymana Stenbolê di şevekê de fesh kir êrişî keda me û bedena me dike. Bi hinceta OHAL'ê bi sed hezaran rêhevalên me bi KHK'yê ji kar hatin avêtin. OHAL qediya lê hîna hevalên me tên avêtin. Li gel wê yekê kedkarên sendîkayê, rojnamevan û siyasetmedar têne girtin û keda wan tê astengkirin. Bêedaletiya heyî her ku diçe zêde dibe. Bi sedan jin weke Aysel Tugluk nayên berdan û gelek jin weke Garîbe Gezer rastî îşkenceyê tên. Berpirsiyarên mirina Garîbe îqtidar e û ji îro şûnde jî îqtidar ji mirina jinan berpirsyar e. Ji girtîgehan, heta mal û di kolanan de ji qetilkirina jinan îqtidar berpirsyar e. Em jî soz didin ku wê li dijî hişmendiya îqtidarê têkoşîna xwe û rêxistina xwe xurt bikin."   'Em jin soza şikandina tecrîdê didin'   Her wiha Ayşe Acar Başaran jî di destpêkê de hemû jinên kurd ên li girtîgehan, jinên li Rojava û Şengalê slav kir û wiha dest bi axaftinê kir: "Çawa ku li her deverê cîhanê 8'ê Adarê tê pîrozkirin me jî xwest em îro li Amedê li dar bixin. Li ber derî xwestin hêza me belav bikin û me asteng bikin. Bê aqilno! Ma we hîna jin nas nekiriye. We bi hezaran jin dîl girt. Lê hîna têkoşîna me berdewam e. Îro ev dîmen dîmenê tecrîdê ne. Tecrîda girankirî ya li ser Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin bûye rêbazek ya rêveberiyê. Niha ev jî bandora xwe li ser herkesî dike. Pirsgirêkek mezin heye û çareserî li Îmraliyê ye. Em jin soza şikandina tecrîdê didin.   'Em paşde gav navêjin'   Ayşeyê wiha domand: "Di sala 2021'ê de 59 girtiyên siyasî jiyana xwe ji dest dan. Hevala me Aysel Tugluk û weke wê gelek girtiyên siyasî ruxmê nexweşê giran in nayên berdan. Aysel hişê me ye û hevseroka me ya yekem e. Ew dixwazin em ji têkoşîna xwe paşde gav biavêjin. Lê em paşde gav navêjin. Bi vê hişmendiya îqtidarê û polîtîkayên wê ve girêdayî gelek jin tên qetilkirin. Lê em ê li dijî wan polîtîkayan xwe rêxistin bikin û weke îro bibin bersiv."    Ayşe herî dawî jî qetilkirina Garîbe Gezer, Îpek Er û wendabûna Gulîstan Doku bi bîr anî û got berpirsên wan diyar in em ê hesab bipirsin.