Li Êlihê mîtîng bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' dest pê kir 2022-03-08 13:25:13     ÊLIH - Mîtînga 8'ê Adarê ya li Êlihê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” dest pê kir.    Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê, li taxa Çandê ya Êlihê mîtînga 8'ê Adarê tê lidarxistin. Mîtîng bi coş û heyecan dest pê kir. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Rêxistinên HDP'ê û DBP'ê yên bajêr û navçeyan, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Êlihê, TUAY-DER'ê, nûnerên saziyên sivîl û bi sedan jin bi cilên xwe yên kurdewarî tevlî mîtîngê bûn.    Di qada mîtîngê de pankarta “Dem dema azadiya jinan e" hat daliqandin. Her wiha dowîzên wekî "Jin jiyan azadî”, “Gulistan Doku li ku ye?", "Ji girtiyên nexweş re azadî", “Bijî berxwedana jinan” û “Êdî bes e, dem dema azadiya jinê ye" hatin vekirin. Her wiha dirûşmên wekî “Jin jiyan azadî” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ye" hatin berz kirin.    Di mîtîngê de Salîha Aydenîz û Feleknas Uca biaxifin.