Li Dêrsimê coşa 8'ê Adarê 2022-03-08 13:06:44     DÊRSIM - Bi sedan jin ên li Kuçeya Hunerê ya Dêrsimê hatin gel hevdu bi lîrandinê ber bi Qada Seyîd Riza ve meşiyan. Pîrozbahiya jinan a bi coş didome.    Platforma Jinê ya Dêrsimê bi dirûşma "Li dijî xizanî, newekhevî, tundî, şer ber bi têkoşîna rêxistinkirî ve" li Qada Seyîd Riza 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz dikin. Jinên di saetên serê sibehê de hatin Kuçeya Hunerê dowizên bi nivîsên "Ji jinên girtî re azadî","Jin welatê jinê ye","Li dijî xespa kedê em bi rêxistin in","Li dijî desthildatdariya mêr em li ser piyan e","Li dijî polîtîkayên bêcezahiştinê ber bi têkoşînê ve" û wêneyên Aysel Tugluk a girtî û Semra Guzel a ku parlamenteriya wê hat xistin hatin hilgirtin.    Jinên bi lîrandin û bi def û zirneyê govend gerandin dirûşmên "Jin jiyan azadî","Bijî têkoşîna jinê","Em bêdeng namînin, serî natewînin" berz kirin. Piştre jin bi girseyî ber bi Qada Seyîd Riza ve meşiyan.    Mitîngê, bi axaftina endama Platforma Jinan a Dêrsimê Fatma Argin dest pê kir. Fatma, diyar kir ku li dijî serdestiya mêr, newekhevî, tundî, şer, kedxwarî û xizaniyê weke jinan dîsa dadikevin qadan. Di berdewamê de jî Fatma destnîşan kir ku bi têkoşîna xwe hewl didin pêşî li polîtîkayên zext, tundî û çewisandinê yên mêrê serdest bigirin. Bi domdarî Fatma bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan û xwest ku hemû girtiyên nexweş di demekî herî kin de bên berdan.    Endama MYK’a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Sîncar jî ji ewil hemû siyasetmedarên jin ên siyasî silav kir û da zanîn ku ew li dijî şer, qirkirin û tundiya li ser jinê, li her devera Kurdistanê daketine qadan.    'Em 8'ê Adarê bi rihê jinên kurd pêşwazî dikin'   Her wiha di mitîngê de peyama Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî jî hate xwendin. Platformê di peyama xwe de destnîşan kir ku ew 8’ê Adarê li her çar aliyên Kurdistanê bi ruhê jinên kurd pêşwazî dikin û wiha bi dawî kir: “Ji Rojava heta Rojhilat, ji Bakur û heta Başûrê Kurdistanê, qîrîna 8’ê Adarê ya jinên kurd dê yekîtiya jinên kurd ava bike. Her gelek, dîroka xwe bi ziman û çanda xwe dinivîse. Banga me jî ji bo hemû jinên kurd ew e ku her yek ji me bibe nefereka ziman û çanda xwe. Bi vê wesîleyê em 8’ê Adarê li hemû jinên kurd û cîhanê pîroz dikin. Bijî Yekitiya Jinên Kurd.”   Piştî axaftinan jî Koma Muzîkê ya Şaredariya Dêrsimê derket ser dike û jinan li ber stranên wan xelekên govendê gerandin.