Jinên li Qamişloyê bi cilên xwe yên kurdî 8'ê Adarê pîroz kirin 2022-03-08 12:31:39     QAMIŞLO - Jinên li Qamişloyê bi dirûşma "Em ê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin" 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz kirin.   Platform û çalakiyên hevpar ên tevger û Rêxistinên Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hatina 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, di 23’yê Sibatê de bi daxuyaniyekê starta çalakiyên xwe eşkere kirin. Piştî start hate eşkerekirin gelek çalakiyên reng bi reng hatin lidarxistin. Îro jî jinên li Qamişlo bi cil û bergên xwe yên kurdî ji bo 8'ê Adarê daketin qadan û berê xwe dan stadyûma Heysem Kiço ya bajarê Qamişloyê. Cihê şahiyê bi rengên jinan, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, YPJ, Yekîtiya Jinên Ciwan û Tev-dem’ê hatibû xemilandin. Her wiha hemû pêkhate bi çand û cilên xwe beşdarî şahiyê bûn.    'Em jinên têkoşer silav dikin'   Axaftina vekirinê ji aliyê ji Platfrom û Çalakiyên Hevpar ên Tevger û Rêxistinên Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Iptîsam Hisên ve wiha hate kirin: "Em di serî de 8'ê Adarê li tevahî jinan pîroz dikin. Em hemû jinên têkoşer bi bîr tînin. Jin têkoşîna wekhevî, azadî û demokrasiyê didin. Em bejna xwe li hember fedekariya tevahî jinên têkoşer ditewînin. Bi navê Pilatform û çalakiyên hevpar ên tevger û Rêxistinên Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Em ê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin" hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dayikên şehîdan, jinên ku cihê xwe di hemû karan de digirin pîroz dikin. Weke Rêber Apo gotî em ê sedsala 21’ê bikin azadiya jinê. Desthilatdariyên ku jinê hedef digirin, em ê bi yekîtiya jinê têkoşîn bikin. Em ê azadiya tevahî civakê mayinde bikin. Em ê li hember komkujî û tundiya ku li ser civakê hatiye birêxistinkirin têkoşîn bikin. Têkoşîna jina rêxistinkirî bû azadî û wekheviya civakê. Ji bo em layiqê kedê jinê bibin divê her roj têbikoşin. Divê em têkoşîn û xebata xwe xurt bikin. Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengtiya şoreşa xwe dikin. Îro jin li vir pêşengtiya hemû karan dike û ji tevahî jinên cîhanê re bûye mînak. Em roja jinê pîroz dikin û jinên têkoşer silav dikin. Şoreşa jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şoreşa tevahî jinan e. Divê em edalet, wekhevî û demokrasiya ku me daye avakirin biparêzin. Bijî 8'ê Adarê."   Ji Mekteba Jin a MSD'ê Dalga Henan peyamên sazî û dezgehan xwend. Koma Şehîd Serdem marşa kurdî pêşkêş kir. Her wiha hunermend Nesrîn Botan têkildarî rojê stranên xwe pêşkêş kir. Koma Jinên Ciwan a stranan, stranê xwe pêşkêş kirin. Koma Cudî ya bajarê Dêrikê stranên xwe pêşkêş kir. Koma Şehîd Delîla ya navçeya Amûdê govenda kurdî gerand. Koma Til Berek govenda erebî gerand. Koma Qereçox govenda xwe gerand.    Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.