Li Silêmaniyê jinên hatine kuştin, hatin bibîranîn 2022-03-08 12:22:17     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi munasebeta 8'ê Adarê Yekîtiya Jinên Kurdistanê li pêşiya Hola Tawar bi çalakiyekê 8'ê Adarê pîroz kir û jinên hatine qetilkirin bi bîr anî.   Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li pêşiya Hola Tawar a Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê Yekîtiya Jinên Kurdistanê çalakiyek li dar xist.   Li pêşiya Holla Tawar wêneyên jinên ku ji aliyê mêrê pê re zewicî, xizm, malbatên xwe ve hatine qetilkirin hate nîşandan û li ber her wêneyekî jî jinek ciwan bi cilên reş ku li ser ‘Na ji bo kuştina jinan’ hebûn rawestiyabûn.   Dîsa li qadê hemû jinan xwe bi cilên reş pêçabûn û bal kişandin ser qetilkirina jinan.    Gelek kesayet û saziyên cuda yên li bajar tevlî çalakiyê bûn û li ber wêneyên jinên hatine qetilkirin, gul û nêrgiz danîn.    Li ser navê Yekîtiya Jinên Kurdistanê Kinêr Abdullah daxuyanî da. Kinêr diyar kir ku 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ye ku ji bo hevsengî û azadiyê têkoşîn kiriye.    Kinêr destnîşan kir ku ev sal 8’ê Adarê di qonaxeke hestyar de derbas dibe û got: “Ji ber ku li cîhanê gelek şerên sermayedarî heye. Rê li ber krîzên aborî, siyasî, olî û civakî vekiriye.”   Kinêr Abdullah anî ziman ku li Kurdistanê jin di rewşek giran û zehmet de ne û wiha pê de çû: “Tevî hemû hewldanên kêmkirina tundî û şideta li ser jinan, rastkirina hiqûqê, dîsa tevlîbûna jinan a nava karên saziyên civakî jî, em dibînin rewşa jinan jî ne pir baş e. Rojane qetilkirina jinan dibin manşetên rojevê. Roj nîne ku agahiya kuştina jinekê neyê ragihandin. Kêmtirî 2 mehan nêzî 10 jin hatine qetilkirin.”