Girtiyan ji bo malbatên 'Nobeda Edaletê' peyam şandin 2022-03-08 12:16:09     KOCAELÎ - Girtiyên li 1'emîn Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê dimînin ji bo malbatên 'Nobeda Edaletê' digirin peyam şandin. Girtiyan wiha gotin:"Em dizanin zarokên we jî di girtîgehan de ne û hûn jî şirîkên tiştên em dijîne. Loma yên berdêlê didin ne tenê em in. Hebûna we hêviyê didin me."   Girtiyên li 1'emîn Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê dimînin ji bo malbatên li Amed, Wan, Îzmîr û Rihayê ji bo girtiyên înfaza wan hatine betalkirin û nexweş in 'Nobeda Edaletê' digirin, peyam şandin.   Girtiyên jin diyar kirin ku malbatên nobedê digirin bûn malbatên kesên bi rûmet serî hildidin û gotin:"Hebûna we hêviyê didin me."