'Ocalan Mandelayê kurd ê mifteya aştiyê ye' 2022-03-08 11:49:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzvana mafên mirovan Margaret Owen a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şiband pêşengê efsanevî yê Efrîkaya Başûr Nelson Mandela, azadiya Abdullah Ocalan xwest.    Parêzvana mafên mirovan Margaret Owen ku salên dûr û dirêj li gel têkoşîna gelê kurd sekinî, ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek parve kir.   Margaret wêneyekî ku li ber pankarta ji bo azadiya Abdullah Ocalan kişandî parve kir û ev peyam pê re parve kir:   "Divê Ocalan azad bibe. 23 sal in li Îmraliyê di hucreyê de ye. Ew 'Mandela' yê Kurdan e ku li Rojhilata Navîn mifteya aştiyê ye. Nivîsên wî yên li girtîgehê ji bo xurtkirina wekhevî, edalet û jinê ye, qala sîstemeke nû ya cîhanê dike."   Margaret ku di heman demê de endama Însiyatîfa Aştî li Kurdistanê ye, di Mijdara 2021'ê de, di parvekirineke xwe ya din de xwest ku PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' bê derxistin û wêneyê xwe yê bi YPG û YPJ'iyan re kişandî ji dozgeriyê re şandibû û xwestibû wê bigirin.   Margaret ev bang li hikumeta Îngiliz kiribû: "Dest ji karên xwe yên qirêj ên bi dewleta tirk re berdin."