Sultan Yildiztan a Mexmûrî: Rêxistinbûna me yekîtiya me ava dike 2022-03-08 09:10:54   Qeder Kar   MEXMÛR - Hevberdevka Komîteya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Mexmûrê Sultan Yildiztan, diyar kir ku heta ku mirov bedel nede nagihije armanc û serkeftinê û got: "Dema rêxistinbûn û sazibûn nebe wê çaxê em ê ji hevdû belav bibin, ev sazibûn û bi hev re karkirin dibe sedem ku em bi salan li ber xwe bidin û berxwedana me mezin bikin."    Jiyana ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) e hatî avakirin bû mînakek. Ji bo avakirina pergala jiyana nû gelek bedel hatin dayîn. Li vir bi saya rêxistinbûnê ya ji her beşê jiyan bêtir rêk û pêk bû. Ligel ambargo, êriş û polîtîkayên hikûmetên Enqere, Bexda û Hewlerê, bi înad li ber xwe dan. Hevberdevka Komîteya Malbatên Şehîdan Sultan Yildiztan, bi salan di nav kar û xebatan de cih girt ji ajansa me re behsa rêxistinbûna wargehê kir.    'Dûrketina ji ax û welatê xwe...'   Sultan di destpêka axaftina xwe de roja 8’ê Adarê li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, hemû dayikên pakrewanan û jinên wargehê pîroz kir.  Suldan di dirêjiya axaftina xwe de wiha behsa penabertiyê kir: "Dema mirov dibêje penabertî gelek cureyên wê hene. Hinek kes ji gundê xwe koçber dibe û diçin bajarekdin yan jî ji gundeki derbazi gundek din dibin û ev ji dibe penaberî. Dema mirov ji mala xwe li ser axa xwe derket mirov dibe penaber. Lê belê penabertiya me ku bu 28 sal in berdewam dike em ji axa xwe ji welatê xwe dûrketine ji bo me wateya vê penabertiyê cudaye. Ji ber ku penabertî zehmetiyên xwe gelek in bi taybet ji bo jinan ev e gelek zehmete ji mala xwe derketin û warê xwe bi cih hiştin zehmet e. Ji bo mirov jiyanek cudatir destp ê dike û wê demê pêwisti bi xwe rêxistbûnê heye. Ger mirov xwe bi rêxistin neke wê demê jiyana penabertî hin zêdetir zehmetir dibe dibe ku di jiyana penabertiyê de hemû şert û mercên zehmet yên jiyanê hebin lê dema mirov bi berxwedanî bi hêz û bi bîr û bawerî be wê demê serkeftin ji dibe ya mirov.”   ‘Jiyana bê perwerdê bê wate dimîne'    Sultan, destnîşan kir ku di penabertiyê de rêxistinbûn girîng e ji bo jiyanê û got: "Di nav 28 salan de em gelek zehmetiyan re rûbirû man. Niha jî em zehmetiyên dijwar dijîn û li ser me ambargoyek heye. Lê me dîsa dest ji îradebûna xwe berneda. Ev îradeya xurt bi saya rêxistinbûn û perwerde pêk hat. Ji destpêkê heya niha ev gel xwe rêxistin kiriye. Bi taybetî jî ji aliyê jinan re rêxistinbûn û perwerdebûn gelek giring bû. Ji ber ku dema jin ne birêxistin kiribi be û bêperwerde be wê demê ew civaka berbi xirabûnê ve diçe. Ji ber vê jinan di her ali de xwebirêxistin kirine. Heta niha jî jin di nava hemû saziyan de cihê xwe girtiye, barê vê civakê û berxwedanê girtiye ser milê xwe. Me got ku jin jiyan e, ger jin sekini wê demê jiyan jî disekine. Dema jin xwe perwerde neke jiyan bê wate dimîne."   ‘Di her şert û mercan de tifaqbûn girîn e'    Sultan Yildiztan, wiha qala sazibûn û rêxistinbûna jinan a di nava penabertiyê de avakirine dike: "Di nava civakê de ya herî girîng ew e ku mirov bibe xwedî sazîbûn û rêxistinbûnê. Dema mirov bi plan û bername karê xwe neke wê demê civaka mirov ji jî hev parçe dibe. Bi taybetî di aliyê jinan de ev sazîbûn di pêş de ye, ger ku di jiyanê de hedefên te tunebe wê demê jiyan vale dimine bê wate dimine. Dema rêxistinbûn û sazibûn nebe wê çaxê em ê ji hev belav bibin, ev sazibûn û bi hev re karkirin dibe sedema ku em bi salan li ber xwe bidin û berxwedana me mezin bikin. Dibe ku me gelek zehmetî kişandibin û em li hemberî êrişan re rubiru ji mabin lê belê yekbûna me û sazîbûna me heye. Tu kes nikare li hemberi me bisekine. Armanca jinên wargehê ya sereke komkirina malbat û komkirina yekitiya civakê ye. Dema mirov keyfxweşî û êşên hev parvebike wê demê mirov gel hev dibe. Civakîbûn li vir dibe siwana yekbûna malbatan. Ger ku ev rêxistin neba em nedihatin vê astê. Di her şert û mercan de xwedî tifaqbûn ji bo me girîng e."    ‘Ji bo serkeftinê bedel divê'    Sultan dibêje ku bi saya pakrewanên xwe gihiştine vê astê û wiha dawî li axftina xwe anî: “Di destpêka penabertiyê de dibe ku hinek ne naskirin hebû lê belê di şexsê Şehîd Bêrîtanê de xeta îxantê têkbiri li ser vî bingehî ku hemû dayik hatin perwedekirin di her aliyê zanistî de xwe bi perwedekirin û gihiştin asta serkeftinê. Heya mirov bedel nede nagihije armanc û serkeftinê. Ger ku em jin tifaq, bîr û baweriya xwe xurt nekin û erke dikeve ser milê dayikan pêk neynin wê demê civakbûna me ji kêm dimîne pêwîstî bi misogerkirina erka xwe pêkanînê ye.”