Ji JINHA'yê heta JINNEWS'ê têkoşîna jinan 2022-03-08 09:09:02   AMED - Rojnamegerên jin der barê salvegera damezrandina JINHA'yê de axivîn û diyar kirin ku li dijî zimanê çapemeniya serdest a mêr wek alternatîf derketiye holê û wiha got: “Hemû qadên çapemeniyê bi kodên zayendperest tije bûye. Dema JINHA hat avakirin hewl da vî zimanî hilweşîne. Bi kedek cidî xwe îspat kir. Jinan di çapemeniyê de gotin em hene.”   Ajansa Nûçeyan a Jinê (Jinha) di 8’ê Adara 2012’an de ji aliyê komek rojnamegerên jin ve li Amedê hat avakirin. JINHA ku bi şîara ‘û em dinivîsin…Bêyî ku em bêjin mêr çi difikirin,  dinivîsin’ derketin rê û di pêvajoya ku weşan dikir, îmze avêt binê gelek nûçeyên girîng.   Desthilatdariyê di şeva 29’ê cotmeha 2016’an de bi KHK’a hejmar 675 JINHA û ligel wê 10 rojname, du ajansên nûçeyan û sê kovar girt. Bêyî ku teblîgatek ji JINHA'yê re bê deriyê wê nîvê şevê hat mohrkirin. Piştî vê nûçegîhan vala nesekinîn û ragihandina nûçeyan domandin.   Jinan soza xwe ewil bi Şûjinê anîn cih. Piştre Şûjin jî bi KHK’ê hat girtin. Jinan li ser vê JINNEWS ava kirin û ji cihê maye berdewam kirin. Rojnamegerên jin ên kurd ku hedef dikin zimanê serdest ê mêr ê di çapemeniyê de biguherin, bêguman desthilatdarî û çapemeniya wê ne rehet dike û wê bike jî. JINHA, Şûjin, JINNEWS, Jin TV, NUJINHA û gelekên din..   Rojnameger Gulşen Koçuk û Habîbe Eren ku ji damezrandina JINHA'yê heta niha kevneşopiya çapemeniya jinê didomînin der barê JINHA’yê de axivîn.   ‘Jinan zimanê xwe afirandin’   Gulşenê destnîşan kir ku dema JIHNA ava bûye bi jinan re kelecanek çêbûye û jinan beriya JINHA’yê jî mecrayên aydê xwe ava kirine û wiha vegot: “Ev mecra rojname û kovar bûn. Lê JINHA yekem ajansa nûçeyan a jinan bû. Rojeva jinan radigihand. Bi her kesî re meraq ava kiribû. Pirsên weke ‘Wê ajansa jinê çi bike wê nûçeya çi çêbike?’ hebûn. Ji ber ku berê nûçeyên jinan di rûpelên sêyem ên rojanameyê de dihatin dayîn. JINHA li dijî vê zimanê xwe heyî kir. Hewl da li dijî zimanê serdest ê mêr zimanekî nû biafirînin. JINHA’yê zimanê weşangeriya jinê ava kir.”   ‘Me got jin hene’   Gulşenê her wiha bi lêv kir ku JINHA’yê bi têkoşîna jinan re zimanekî nû daye rûniştandin û wiha daxuyand: “Wek JINHA îdiayek me ya wisa hebû; Jin tenê di bûyerên şîdetê de tune ne, di her qada jiyanê de jin hene. Me hewl da em têkoşîna jinan a hebûnê û zayendê derxin weşanên xwe. Em nikarin bêjin zimanê me di vî alî de tam gihiştiye. Mînak dema NûJINHA’yê dest bi weşanê kir, nûçeyên wê demê em dikarin îro rexne bikin. Ji ber ku şertên demî dikare bandor bike. Ji ber vê wê pêşeketina ziman bidome. Mînak berê me digot bûyerên îstîsmarê yên li hember zarok. Lê niha îro em dinêrin îstîsmar beramberê şîdeta li hember zarokan nabîne. Ji ber vê me biryar da ku tacîz, tecawiz hîn bêtir lê rûdinê. Bêguman me ev bi tevgera jinê re nîqaş kir û pêk anî.”   ‘Rojnamegerên jin dîtin ku ew ne bi tenê ne’   Gulşenê wiha dawî lê anî: “JINHA’yê ji rojnamegeriya jinê re pêşengî kir. Beriya JINHA’yê em rojnamegerên jin di çapemeniyên cuda de dixebitîn. Lê bi vebûna JINHA’yê re me dît ku em ne bi tenê ne. Cesaret da jinan. Belê berê jî rojnamegerên jin dinivisîn. Lê nûçeyên wan bi awayekî ji ber destê rojnamegerên mêr derbas dibûn. JINHA’yê bandor li ser çapemeniyên din jî kir. Bandora JINHA’yê hîna didome. Baweriya min ev e ku wê rojnamegerên jin mezin bibin, di rêya Nûjiyanan, Denîzan, Şîlanan, Gurbeteliyan de wê rojnamegeriya jinê mezin bibe.”   ‘Ji aliyê desthilatdariyê ve hedef hat girtin’   Rojnameger Habîbe Eren jî bal kişand ser pêvajoya avabûna JINHA’yê û got li dijî zimanê çapemeniyê yê netewperest, zayendperest û seksîst, bi nêrîna jinê li her qada civakî wekheviya zayendî esas girtiye û weşangerî kiriye û wiha vegot: “JINHA bi şîara ‘Bêyî ku em bifikirin ku mêr dibêjin çi dinivîsin’ dest bi weşangeriyê kir. Di encama têkoşîna jinan a sedsalan de xeyala ajansa jinê pêk hat. Ev xeyal her çiqas bi çend jinan pêk hatibe jî, bi pêkanînên nû yên JINHA’yê anî çapemeniyê bûn sed. Lê xeta jinê ya JINHA’yê ava kiribû bû hedefa desthilatdariyê. Di 2016’an de JINHA jî bi gelek saziyan re di encama KHK’yên hatin derxistin de hatin girtin. Lê girtinan seruvena JINHA’yê neqedand. Bi Gazete Şûjin û Jinnewsê berdewam kir.   ‘Zextan em neçewisandin’   Habîbeyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku JINHA’yê di alî weşangeriya jinê de bandora domîno kiriye û wiha pê de çû: “Di 2015’an de piştî desthilatdariyê pêvajoya çareseriyê înkar kir, dîsa pêvajoya pevçûnê dest pê kir. Li herêmên kurdan, di qedexeyên derketina derve de di serî de jin gelek bi hezaran binpêkirînî re hatin rû hev. Di nokteya ragihandina van binpêkirinan de rojnamegerên jin kedek mezin dan. Bêguman ev ne hêsan bû. Lê tevî her zextî me her qad veguhert ajansê. Me di mijara ragihandina agahiyên rast de îradeyek kolektîf nîşan da.”   ‘Jinan xwe ispat kir’   Habîbeyê bal kişand ser çapemeniyên Tirkiye û cîhanê û got di destê patron û deshtilatdariyan de ne û wiha anî ziman: “Her qada çapemeniyê bi kodên zayendperest hatine tijekirin. Dema JINHA hat avakirin ev ziman hilweşand. Jinan bi kedeke cidî xwe ispat kir.”   ‘Em dikarin weşangeriyê xurt bikin’   Habîbeyê bal kişand ser nêzîkatiyên newekhev û astengiyên li pêş rojnamegerên jin û got her çiqas li qadan dema şopandina nûçeyan li hember rojnamegerên jin zor û zehmetî hebin jî guherînek mezin bi jinan re afiriye û wiha dawî lê anî: “Dema JINHA hat avakirin bi jinan re kelecanek mezin afirand. Ez bang li hemû jinan û civakê dikim ku dengê jinan bilind bikin. Zextên em pê re tên rû hev ji zextên ku civak dibîne cudatir nînin. Ji ber vê divê em hemû bi hev re weşangeriyê xurt bikin.”