ROJEVA 8'Ê ADARA 2022'YAN 2022-03-08 09:00:00   * Hevberdevka Komîteya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Mexmûrê Sultan Yildiztan, diyar kir ku heta ku mirov bedel nede nagihije armanc û serkeftinê û got: "Dema rêxistinbûn û sazibûn nebe wê çaxê em ê ji hevdû belav bibin, ev sazibûn û bi hev re karkirin dibe sedem ku em bi salan li ber xwe bidin û berxwedana me mezin bikin." BI DÎMÊN   * Emîne Şenyaşar a ku bûye sembola lêgerîna edaletê, bandora kolandina wê ya hîmê avahiya edliyeyê ji bo lêgerîna edaletê hîna di hişê me de ye. Emîne, dibêje: “ Li vî welatî zilm zêde ye. Bila êdî edalet bê û ev zilm bi dawî bibe.” DÎMEN HEYE   * Meşa Şevê ya Femînîst a 8’ê Adarê ku 20 sal in navê serhildana mezin a jinê ye, îsal jî bi coşek mezin tê pêşwazîkirin. Aktîvîst femînîst Hulya Osmanagaoglu ku yek ji rêxistvanên ewil yên meşê ye got: “Me wek meşeke li dijî patrîyarka rêxistin dikir.” BI DÎMEN    * Rojnamegerên jin der barê salvegera damezrandina JINHA'yê de axivîn û diyar kirin ku li dijî zimanê çapemeniya serdest a mêr wek alternatîf derketiye holê û wiha got: “Hemû qadên çapemeniyê bi kodên zayendperest tije bûye. Dema JINHA hat avakirin hewl da vî zimanî hilweşîne. Bi kedek cidî xwe îspat kir. Jinan di çapemeniyê de gotin em hene.” DÎMEN HEYE   *Yek ji qadên ku herî zêde keda jinê lê tê binpêkirin sektora turîzmê ye. Şerîfe Alpozer ya di rêveberiya Dev Turîzmê de cih digire diyar dike ku dîtbariya jinê dibe mijara bazarê û got piştî temenê 30’î şûnde jin nikarin di qadên bikaranîna hêza beden de cih bigirin.   *Jinan şerê di navbera Rusya û Ukraynayê de wek şerê serdestan nirxand û da zanîn ku şer li ku dibe bila bibe divê li dijî wê bê sekinandin û gotin ger li cihekî şer hebe, kes ne ji derveyê wê ye. DÎMEN HEYE   * Jinên Êlihê ji bo 8'ê Adarê bi coş û hêzek mezin amadekariyên xwe kirin. Berdevka TJA’yê ya Êlihê Gulîstan Sonuk têkildarî daxwaza jinên Êlihê û amadekariyên ku weke TJA'yê heta niha kirine wiha got:"Êlih ji salên 90 ve navenda êrişên polîtîkayên şer ên taybet in. Loma tucarî jî têkoşîna jinan neqediyaye. Wê jinên Êlihê di 8’ê Adarê de bi hêz û tevlîbûna xwe diyar bikin ku ew ê polîtîtakyên êrişên taybet birûxînin."  DÎMEN HEYE   * TJA û Meclîsa Jinên HDP'ê, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cihanê bi dirûşmeya "Dem dema azadiya jinan e " li Qada Newrozê ya navçeya Silopiya Şirnexê dê mitîng li dar bixe. (13.00-17.00) BI DÎMEN