'Nobeda Edaletê' li Wanê di roja 85'emîn de didome 2022-03-07 15:59:04     WAN - "Nobeda Edaletê" ya malbatên girtiyan li Baroya Wanê  di roja 85'emîn de bi serdanên ku li çalakiyê tên kirin berdewam dike.   "Nobeda Edaletê" ya ku ji aliyê malbetên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin ve li Baroya Wanê  hatibû destpêkirin di roja 85'emîn de berdewam dike. Nobeda îro ji aliyê Dilşah Alkan a ku hevjînê wê Îbrahîm Alkan li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F girtî ye, Kazim Tîmur ê ku lawê wî Botan Tîmur li heman girtîgehê girtî ye û dayika Melîk Demîragaç ê ku li Girtîgeha Bandirma ya Tîpa T girtî ye Eemîne Demîragaç ve hat berdewamkirin.  Serdana nobedê ji aliyê rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Bajarê Wanê endamên rêveberiyê yên navçeyên wê Artemêt, Tuşba û Rêya Armûşê ve hat kirin.    Di serdanê de Rêvbera DBP'ê ya Artemêtê Bedriye Karay axivî û got ku çalakiya dayikan pîroz e, ew wekî DBP piştgiriyê didin çalakiyê. Bedriye bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li girtîgehan û wiha berdewam kir, "Me Birêz Ocalan û girtiyên xwe ji bîr nekirine . Ew li  girtîgehê ne û em jî li derve girtî ne. Me serdema Esat Oktay ji bîr nekiriye û îro tişta li girtîgehan tê kirin heman tişt e."   'Ji bo Gelê Kurd di girtîgehê de ne'   Bedriye 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li jinên girtî pîroz kir û wiha berdewam kir, "Girtiyên kurd ji bo Gelê Kurd girtî ne. Jinên kurd leheng in û di hemû deman de têkoşîna xwe berdewam kirine .Ez 8'ê Adarê li hemû jinên girtî pîroz dikim."   'Çareserî Gelê Kurd e'   Bavê Botan Tîmur  ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtî ye Kazim Tîmur jî got, " Piştevaniya we me bextewar dike. 85 roj e em li vir in, em dixwazin ku hûn bêhtir piştgiriya me bikin. Ger ku em li hev xwedî dernekevin wê tukes li me xwedî dernekeve. Bi têkoşîna Gelê Kurd wê binpêkirin bi dawî bibin.  Divê em li benda çareseriya ji ewropayê bê nemînin ev hemû derew in .Ger ku kurd piştgiriya hev bikin wê pirsgirêkên xwe jî çareser bikin."