Çalakiyên pêşwazîkirina 8’ê Adarê yên li Sirînê 2022-03-07 15:23:47     KOBANÊ - Di rêzeçalakiyên pêşwazîkirina 8’ê Adrê de, bi dirûşma “Em bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin” Kongereya Star a Navçeya Sirînê şahî li dar xist.   Kongereya Star a Navçeya Sirînê ya li Başûrê Kantona Kobanê, di nava rêzeçalakiyên pêşwazîkirina 8’ê Adarê de şahî li dar xist. Di şahiyê de bi dehan jinên navçeya Sirînê, Kobanê, Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî beşdarî şahiyê bûn. Ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêzgirtin hate girtin, piştre axaftin ji aliyê Koordînasyona Kar û Barên Civakî ya Navçeya Sirînê Esmai Ehmed El-Kino ve hat kirin.   ‘Em têkoşîna xwe ji nû ve mezin dikin’   Esmayê di axaftina xwe de anî anî ziman ku jin bi her rengî wateyê dide jiyanê, hertim jin bi keda xwe digihêje armanca xwe û wiha dawî lê anî: “Jin di nava civakê de di serdemên kevn de, hertim di astengiya re desbas dibû. Zor zehmetî dikşand, bi berxwedan li hemberî hişmendiya baviksalariyê disekinî û serî neditewand. Jin bi hêz û vîna xwe gihaştin vê rojê. Her wiha li tevahî cîhanê bûne sembola aştiyê. Ji ber vê yekê em Roja Jinên Cîhanê li tevahî jinên tekoşer ên berxwedêr pîroz dikin û soza bilinkirina têkoşînê nû dikin.”   Piştî axaftinê Koma Xabûr şanoyek li ser Azadiya Jinê pêşkêş kirin. Her wiha Koma Barîn a Tevgera Hîlala Zêrîn û Koma Şehîd Sariya jî ya ku ji Kantona Kobanê beşdarî vê şahiyê bûn stran gotin. Piştî wê koma Şehîd Berçem  pêşengehek pêşkêş kirin.   Herî dawî diyarî li Dayikên Aştiyê hatin belavkirin û dirûşmên "Jin Jiyana Azadî" hatin berzkirin.