'Nobeta Edaletê' ya li Îzmîrê 17 roj in didome 2022-03-07 15:19:54     ÎZMÎR - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Baroya Îzmîrê 17 roj in didome. Di serdanê de bangewaziya piştevaniya çalakiyê hat kirin.   Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Baroya Îzmîrê 17 roj in didome. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Menemena Îzmîrê serdana nobetê kir.    Hevseroka HDP'ê ya Menemenê Adîle Yagan, di serdanê de axivî û got: "Girtî li dijî zilm û zordariyê li ber xwe didin, her wiha li dijî tenduriya nebaş jî hewl didin li ser piyan bimînin. Divê gel piştevaniya çalakiyê bike. Serbestbernedana girtiyan tê wateya îşkenceyê. Aysel Tugluk nirxek e û ligel nexweşiya giran serbest nayê berdan. Em hem ji bo wê û ji bo hemû girtiyên nexweş azadiyê dixwazin."   Adîle di axaftina xwe de bal kişand ser 8'ê Adarê û bangewaziya tevlî meşa şevê ya di saet 20.00'an de bê lidarxistin kir.    Kurê Vesîle Yildirim Abdurrahman Yildirim li Girtîgeha Şakranê ye û 26 sal in girtiye. Vesîle, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser rewşa kurê xwe: "Li serê kurê min de du parçeyên şarapnelê heye. Ev tişt ji bo wî risk e û her tim ji ser hişê xwe diçe. Ez banga serbestberdana hemû girtiyên nexweş dikim. Gelo ev cezayên ku didin girtiyên siyasî dê kengê biqede?"    Vesîle di dawişa axaftina xwe de banga piştevaniya çalakiya "Nobeta Edaletê" kir.