Li Colemêrgê jin vexwendin şahiya 8'ê Adaerê 2022-03-07 15:14:31     COLEMÊRG - TJA û Melclisa Jinan a HDP'ê têkildarî şahiya ku wê di 8'ê Adarê de li dar bixin belavok belav kirin û jin vexwendin şahiyê.    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi armanca ku jinan vexwînin şahiya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê belavok belav kirin. Jinên ku li navenda bajêr belavok belav kirin li erbanê dan û dirûşmên "Jin jiyan azadî" berz kirin.    Jinan jian di belavokên belav kirin de hemû jin vexwendin şahiya 8'ê Adarê ku wê li Eywana Dawetê ya Nêrgiz bê lidarxisitin. Jinan piştî ku belavok belav kirin bi dirûşma "Jin jiyan azadî" derbasî avahiya HDP'ê bûn.   Di şahiya ku wê sibe bê lidarxistin de Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu wê biaxive û hunermend Pinar Aydinlar û Koma Memyan jî wê ji jinan re stranên xwe pêşkêş bin.