'Nobeda Edaletê' didome: Em dixwazin dengê xwe bidin bihîstin 2022-03-07 13:28:05     AMED - Malbatên ji bo girtiyên nexweş û înfaza wan tên betalkirin dest bi "Nobeda Edaletê" kirine çûn serdana Partiya Siberojê ya li Amedê. Malbatan di serdanê de wiha gotin:"Em dixwazin dengê xwe bidin bihîstin."   "Nobeda Edaletê" ya xizmên girtiyên înfazên wan tên betalkirin û yên nexweş a li Baroya Amedê hatibû destpêkirin di roja 112'an de dewam dike. Malbatên hefteya borî çûn serdana Partiya Saadetê vê hefteyê çûn serdana Partiya Siberojê. Rêveberên  (MED-TUHAD-FED), (TUHAY-DER) jî çûn serdanê.    Serokê Partiya Siberojê Aydin Altaç malbat pêşwazî kir.    Xizma girtiyan, Reşahat Ada da zanîn berê jî ew çûne Enqereyê û li wir jî pirsgirêkên xwe anîne ziman û wiha got:"Ev çar meh in em nobeda edaletê digirin. Dengê me nayê bihîstin. Zarokên me ne poşman in. Wan bedelek dane."   Xizma girtiyan, Hazal Yildirim wiha got:"Zarokên me nexweş in. Divê bên berdan. Ew nexweşên giran in. Tehliye mafê wan e. Piştgiriyê bidin me da ku înfaza zarokên me neyên şewitandin. Em dixwazin dengê xwe bidin bihîstin."   Xizma girtiyan, Înci Guler jî wiha got:"Ew dixwazin zarokên me li ber çavên me bimirin. Tu mafî nadin wan."   'Divê pirsgirêk bên çareserkirin'   Hakki Boltan jî diyar kir ku bi awayekî plankirî girtiyan dikujin û wiha got:"Li ser zarokên me zextên cidî hene. Em ji partiyên siyasî dibêjin binpêkirina mafan li girtîgehan hene lê belê divê çareseriyek pêk were. Divê di mijara edaletê de her partî yek bin. 6 partî hatine gel hevdu lê belê divê ji bo edaletê jî tiştekî bikin. Bi awayekî plankirî girtiyan dikujin. Divê nêzîkatiye li hemberî mirovan ne wiha be. Hevjîna min ev 4 sal in nikare kurê xwe bibîne. Divê pirsgirêk bên çareserkirin."    'Ev bêedaletî û neheqî li hemûyan hatiye kirin'   Serokê Partiya Siberojê Aydin Altaç diyar kir çalakiya nobedê çalakiyeke mafdar e û wiha got:"Dewleta Tirkiyeyê ne tenê li girtîgehan li her derê bêedaletîyê dike. Ev pirsgirêk ne ya îro ye. Ez wekî parêzer pêvajoyên DGM'ê dizanim. Îro tê serê te sibehê tê serê min. Divê li gor mirov nêz bibe. Tu ne poşman be cezayê te danaxe. Li tu derê dinyayê sepandineke wiha tune ye. Qanûneke înfazê ya wiha tune ye. Em ê jî werin serdana we. Ev bêedaletî û neheqî li hemûyan hatiye kirin. Daxwazên we yên mirovî ne. Mafdar e. Em bi lîstikan nexapin. Em ê jî bi vê mijarê eleqeder bibin."