Emîne Şenyaşar: Saleke em ji bo her kesî edaletê dixwazin 2022-03-07 12:11:33     RIHA - Nobeda Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar li ber deriyê Edliyeya Rihayê didomîne di roja 364'an de ye. Emîne ya daxwaza edaletê dike wiha got:"Saleke em ji bo her kesî edaletê dixwazin."   Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, li pêşiya Edliyeya Rihayê çalakiya xwe dewam dike. Çalakî 9'ê Adara 2021'ê dest pê kiribû.   Malbata Şenyaşar di roja 364'an de careke din li pêşiya avahiya edliyeyê li hev kom bû û ji bo 9'ê Adarê ku wê saleke çalakiyê li pey xwe bihêle, bang kir.   Emîne Şenyaşar bal kişand ser zext û zordariya di dema nobedê de li wan hate kirin û diyar kir ku ew ne tenê ji bo xwe, lê ji bo her kesî daxwaza edaletê dikin.   Emîne Şenyaşar got, "Saleke em ji bo her kesî edaletê dixwazin. Saleke din jî dewam bike ez ê li vir bim. Heta ku kurê min bê berdan ez ê li vir bim. Kurê min li girtîgehê ye, em li vir in. Kujer jî bi serbestî digerin. Ev çi edalet e? Ev çi dewlet e? Bang li her kesî dikim ku 9'ê Adarê bên vê derê û daxwaza edaletê bikin."