‘Di serî de Aysel Tûglûk bila hemû girtiyên nexweş bên berdan’ 2022-03-07 09:08:30   MÊRDÎN - Jinan bal kişandin ser rewşa siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk û destnîşan kirin ku divê ATK li gorî daxwaza desthîlatdariyê tev negere û di serî de Aysel Tûglûk bila hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan.   Tevî teşhîsa nexweşiya demansê ya li Siyasetmedar Aysel Tugluk hatiye danîn jî Saziya Tipa Edlî (ATK) ya girêdayê Wezareta Dadê ye carek din der barê wê de rapora "Dikare girtî bimîne" da. Rewşa Ayselê di şertên girtîgehê de roj bi roj giran dibe û di girtîgehê de dermankirina wê ne pêkan e. Liyekî jî ji bo bale bikşînin ser rewşa Aysel Tûglûk çalaki û bername tên lidarxistin. Jinên ku li ser rewşa Aysel Tûglûk axivin banga hestiyariyê kirin.   ‘Li dijî girtîyên sîyasî polîtîkayek taybet tê meşandin’   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayhan Ateş di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa girtiyan û destnîşan kir ku di demên dawîn de li dijî girtiyan polîtîkayek taybet tê meşandin û wiha axivî: “Rewşa girtiyan her diçe ber bi xirabûnê ve diçe. Ev demek dirêj e ku girtî bi zext û binpêkirin mafan ên ku zêde dibin re rûbirû dimînin. Girtiyên nexweş nayên berdan, infaza gelek girtiyan tê şewitandin û bi pêkanînên kêfî nêzî girtiyan dibin. Li dijî girtiyên sîyasî polîtîkayek taybet tê meşandin û bi awayê bêhiqûqî li hemberî girtiyan tevdigerin.”   ‘Bila girtiyên nexweş bên berdan’   Ayhanê bilêvkir ku desthîlatdariyê li hemberî rewşa Aysel Tûglûk kerr û kor kiriye û wiha pêde çû: “Em di şexsê Aysel Tûglûk de rewşa girtîyên nexweş di çi astê de ye dibînin. Aysel ji bo ku hem jin e hem jî sîyasetek demokratik dimeşîne li hemberî wê polîtîkayek taybet tê sepandin. Ji ber vê ye ku raporên wê yên ternidrustiyê jî ji aliyê desthîlatdariyê ve nayên dîtin. Ji bo Aysel Tûglûk bêguman çalaki û bernameyên sazî, rêxistin û partiyan berdewam in. Ayselê hem nasnameya wê ya zayendî, hem ya siyasî û hem jî ya wê ya kurdbûnê heye û ji ber vê nayê berdan.”   ‘Divê hemû kes hestiyar nêz bibe’   Ji rêveberiya Egîtîm Senê ya Şaxa Mêrdînê Tuba Çetîk jî anî ziman ku Aysel siyasetmedarek gelek bi qimetE  lê bele li dijî wê polîtîkayek dijminane tê meşandin. Tuba wiha berdewam kir: “Parastina ewlehî û tenduristiya mirovan mafekî bingehîn e. lê  ev maf li girtîgehan tên binpê kirin. Ne tene li hemberî Aysel Tûglûk, di şexsê wê de li hemberî hemû girtîyên sîyasî nêzikatiyek lidijhiqûqî heye. Divê ATK li gorî daxwazên desthîlatdariyê tev negere. Li dijî van pêkanînan pêwist e ku bêdengiya li dijî girtiyên nexweş li hemû qadên civakê were bidawîkirin Ez bang dikim tu kes li hemberî vê mijarê bêdeng nemîne û hestiyar nêz bibe. Bila  girtiyên nexweş demildest serbest bên berdan.”